Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Em ê dorpêçê bi piştevaniyê bişikînin 2021-06-29 13:55:41   ENQERE - Li dijî êrişên li ser rojnamegeran 14 rêxistinên pîşeyî ev daxuyanî dan: "Em ê dorpêçê bi piştevaniyê bişikînin. Destê xwe ji ser rojnamegeran vekişînin."   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê, DÎSK Basin Îş û Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) jî di nav de 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê, bi armanca şermezarkirina tundiya polisan a li dijî rojnamegeran li ber Walîtiya Enqerê li hev civiyan. Ji ber ku destûr nehat daxuyanî li vir bê dayîn girse ki vir derbasî Parqa Abdî Îpekçî bû û li vir daxuyanî da. Di daxuyaniya ku parlamenterên HDP'ê û nûnerên KESK û DÎSK'ê jÎ tevlî bûn de pankarta "Em bêhn nagirin rojnamegerî difetise" hat vekirin û timik dûrişmeyên mîna "Çapameniya azad nayê bêdengkirin" û "Em dixwazin bêhn bigirin" hatin berzkirin. Li ser navê rêxistinên rojnamegeran Seroka Şaxa TGS'ê ya Enqerê Esra Koçak Mayda daxuyaniya hatibû amadekirin xwend.    'ROJNAMEGER BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN'   Mayda, diyar kir ku peywirdarên cemaweriyê yên tundî pêkanîne sûc kirine û wiha got: "Divê em tev bi hev re ji vê rewşê re bibejin raweste. Şopandin û nûçekirina welatiyên ku ji bo mafên xwe dertên kuçeyan û çalakiyên li dar dixin peywira cemaweriyê ya rojnamegeran e. Hempîşeyên me di rojên dawîn de dema ku li ser navê civakê vê peywira xwe bi cih tînin bi tundiyê re rû bi rû man. Êdî dema ku rojnameger karê xwe dikin bi mirinê re rû bi rû dimînin. Mînaka herî dawî ya vê li Teqsîmê hat dîtin. Tundî li nûçegîhanê wêneyan ê AFP'ê Bulent Kiliç hat kirin. Polisan bi awayekî neheq û bêhiqûqî asteng kirin ku Kiliç peywira xwe bike. Wî li erdê dirêj kirin û bi çoka xwe pêl sutiyê wî kirin. Dibûya ku ev bi mirinê jî bi encam bûna. Ev me hemûyan dike nav fikaran."   RÊXISTINÊN PIŞTGIRIYA DAXUYANIYÊ KIRIN   Navê rêxistinên ku çalakî li dar xistin wiha ne: "Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê, DÎSK Basin Îş, Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), Konseya Çapameniyê, Komeleya Rojnamgerên Hemdem, Komeleya Nûçegîhanên Dîplomasiyê, Komeleya Nûçegîhanên Aboriyê, Cemiyeta Rojnamegeran, Haber-Sen, Cemiyeta Rojnamegerên Îzmîrê, Komeleya Nûçegîhanên Parlamentoyê, Cemiyeta Rojnamegerên Samsûnê, Komeleya Nûçegîhanên Wêneyan a Tirkiyeyê, Komeleya Qameremanên Nûçeyan a Tirkiyeyê."