Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîra anîn: Ji miriyên me jî ditirsin 2021-06-29 14:21:14   AMED - Şêx Seîd û hevalên wî, li Qada Deriyê Çiyê ku beriya 96 salan lê hatin darvekirin, hatin bi bîr anîn. Di bîranînê de hat diyar kirin ku zilma desthilatê îro jî berdewam dike û hat xwestin ku cihê gora Şêx Seîd were eşkerekirin.    Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, têkildarî salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî li Qada Deriyê Çiyê (Qada Şêx Seîd) ya Amedê çalakiya bîranînê pêk anî. Di daxuyaniyê de wêneyê Şêx Seîd hat vekirin. Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan, rêveberên HDP’ê, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û endamên komeleyê beşdar bûn.    ‘WÊ KURD HER HEBIN’   Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî Mehmet Kasim Firat diyar kir ku demekî dirêj e zilm li kurdan tê kirin û wiha got: “Pirsgirêka kurdan bi kuştin û gefan xelas nabe. Yek kuştin bi hezaran ji dayik bûn. Ev polîtîka ne rast in. Bila çand û zimanê kurdan nas bikin. Kurd hebûn û wê her hebin jî. Divê em xwedî li dîroka xwe derkevin. Darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî lanet dikin. Ew şehîdên me ne, rêya wan rêya me ye.”   EM Ê XEBATÊN XWE BIDOMÎNIN   Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier jî Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û wiha axivî: “Bi salan e kurd li vê derê dijîn ji cihekî din nehatin. Berxwedana wan jî ne sekini, berdewam kir. Em niha cihê gorên wan nizanin. Zilma wan desthilatan îro jî didome. Heke wê rojê ji van zilman re çareyek hatibûya dîtin ev bûyer nedihatin qewimîn. Lê wan desthilatan ji aştiyê re tu helwest negirtin, şer hilbijartin û wiha berdewam kirin. Ev pirsgirêk neyên çareserkirin wê aştî neyê. Daxwaza Şêx Seîd û hevalên wî çi be îro daxwazame jî ew e. Em dixwazin li ser axa xwe bi çand û zimanê xwe bijîn. Heta ku em bigihin armanca wan em ê xebatên xwe bidomînin.”   ‘LI DIJÎ ÎNKARÊ DERKETIN’   Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya ku daxuyanî xwend, diyar kir ku beriya 96 salan Şêx Seîd û hevalên wî şehîd bûn e û wiha got: “Li dijî zilm, înkar û ji holê rakirinê derketin. Ligel bi ser berxwedana 1925’ê re 96 derbas bûn jî rastiya civakî û dîrokî hêj bi hemû aliyên xwe ve nehatiye derxistin. Ligel biryarên darvekirinê ya derbarê Şêx Seîd û hevalên wî bi ûsûla xwe nehat kirin cenaze jî teslîmî malbatan ne kirin. Bi vê yekê xwestin bikevin pêş hem berxwedana wan a mafdar hem jî jiyîna navên wan.”   ‘JI MIRIYÊN ME DITIRSIN’   Kaya da zanîn ku cihên gorên Şêx Seîd, Xalît Begê Cibrî û hevalên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û gelek navên rewşenbîrên kurd nayên zanîn û got: “Ji miriyên me jî ditirsin. Ev biryara polîtîk bi tu rêgezên hiqûqî, exlakî û însanî nikare were aşkerakirin.”   Kaya diyar kir ku ev helwesta li dijî miriyan nayê ravekirin û wiha got: “Ligel ku Dadgehên Îstîklalê ji holê hatin rakirin jî îro girtekên dadgehê yên Şêx Seîd û heval ên wî nehatin aşkerakirin. Banga me ji vir ewe ku di serî de Şêx Seîd û hevalên wî, Xalit Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û hemû miriyên me yên din re gorekê dixwazin. Em ê girêdayî îdealên wan ên ku di oxira wê de canên xwe dane bin.”