Xebata DEDAŞ'ê ya bêdestûr li darazê eleqî 2021-06-29 17:04:01   ŞIRNEX - Li ser gilîkirina Şaredariya Silopiyayê, xebata DEDAŞ'ê ya ku saetên ceyranê derdixe ser dîrekan, bi biryrara dadgehê hat rawestandin.    Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li navçeya Silopiya ya Şirnexê, bêyî ku destûr ji Şaredariya Silopiya bigire xebata derxistina saetên ceyranê ya ser dîrekan dabû destpêkirin. Şaredariya Silopiya ya di destê HDP'ê de mijarê bir Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê ya Silopiyayê û xwest ku xebata DEDAŞ'ê bê rawestandin. Dadgehê, vê serlêdana şaredariyê qebûl kir û hemû kolandinên ku ji bo derxistina saetan a ser ceyranên li navçeyê tên kirin da rawestandin. Şaredariyê, têkildarê mijarê li ser hesabên xwe yê medya sanal daxuyanî da û ragihand ku wê doza tazmînatê jî li DEDAŞ'ê veke.