Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê tundiya polîsan şermezar kirin 2021-06-29 17:09:36   STENBOL/ÎZMÎR - Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, tundiya polîsan a ser rojnamevanan şermezar kirin û diyar kirin ku polîs bi astengkirina mafê hînbûna rastiyê ya gel sûc dike.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat, DÎSK Basin-Îş û Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê (TGS) jî di nav de 14 rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, li pêş Walitiya Stenbolê tundiya polîsan a ser rojnamevanan bi daxuyaniyekê şermezar kir. Ligel gelek rojnamevanan Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum beşdarî daxuyaniyê bûn. Rojnamevanên ku li pêş avahiya navenda TGS’ê hatin bahev, heta li pêş avahiya Walitiyê meşiyan. Rojnamevanên pankarta “Em nikarin bêhnê bistînin, rojnamevanî nikare were fetisandin” û dowizên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” û “Rojnamevanî ne sûc e” hilgirtin, her tim dirûşmên “Bi darê zorê çapemenî nikare were bêdengkirin” û “Rojnamevanî ne sûc e” berz kirin.    KILIÇ: POLÎS LI SER PEYWÎRA XWE YE   Di daxuyaniyê de Rojnamevan Bulent Kiliç ê dema meşa LGBTÎ’yan de polîsan wî dirêjî erdî kiribû û pêl stuyê wî kiribûn û ew binçav kiribûn axivî. Kiliç, destnîşan kir ku tu hêceta hiqûqî ya tundiya polîsan a li ser rojnamevanan nîne û wiha got: “Rewşeke ji birîna bêhna mirovan hovtir tune ye. Dibe ku tiştekî wiha careke din were serê me. Ji bo ku tiştekî wiha neyê serê me divê ev rewşa bê cezatiyê bi dawî bibe û lêpirsînên cidî bên kirin.”   GAZÎ: POLÎS SÛC DIKIN   Dûre li ser navê rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê rojnamevan Fîlîz Gazî daxuyaniya hevpar xwend û wiha got: “Bêhna çapemeniyê nikare were birîn. Peywîrdarên cemaweriyê ku tundî li rojnamevanan kirin sûc kirin. Dema ku rojnamevan peywîra xwe dikin bi mirinê re rûbirû dimînin. Mînaka herî dawî tundiya li nûçegihanê AFP’ê Bulent Kiliç hatiye kirine. Ev nayê qebûlkirin û tundî şermezar dikin. Destê xwe ji ser rojnamevanan bikşînin.”   Piştî axaftinan rojnamevanan kamera û wênekêşên xwe bi demirên li pêş avahiya walitiyê ve kirin.    ÎZMÎR   Tundiya li ser rojnamevanan li pêş Peykerê Hasan Tahsîn ê li navçeya Konak a Îzmîrê jî bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin. Nûnertiya Herema Egeyê ya DÎSK’ê û Şaxên Genel-Îş’ê yên girêdayî DÎSK’ê piştevaniya daxuyaniyê kirin. Di daxuyaniya dowizên “Em nikarin bêhnê bistînin” hat hilgirtin de dirûşmên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” berz kirin.    Di daxuyaniyê de Seroka Cemiyeta Rojnamevanan a Îzmîrê Dîlek Gappî axivî. Gappî, diyar kir ku polîs bi pêkanînên li dijî qanûnan mafê hînbûna rastiyê ya gel asteng dikin û wiha got: “Heke armanca vê tundiyê xebatkarên çapemeniyê aciz kirin û ji peywîra wan dûr bixin be, em careke din bi dengekî bilind qîr dikin ku ne gengaze ku bigihin vê armanca xwe.”