Dîroknasê kurd Ulugana hat berdan 2021-06-29 17:37:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û lêkolîner Sedat Ûlûgana ku li Maltayê hatibû binçavkirin, li ser hesabê xwe twîtterê ragihand ku hatiye berdan.    Nivîskar û lêkolînerê dîrokê SedatÛlûgana ku li Fransa dijî û ji bo perwerdehiya ziman çûbû Maltayê û li wir hatibû binçavkirin, hat berdan. Ûlûgana, li ser hesabê xwe yê twitterê bi daxuyaniyekê ragihand hatiye berdan û spasiya kesên ku li dijî binçavkirina wî derketine û pişgiriya wî kirine kir.