Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn 2021-06-29 18:36:43   ŞIRNEX- Heval û xizmên siyasetmedar Orhan Dogan, di 14'emîn salvegera koça wî de, wî li ser gora wî bibîr anîn.    Siyasetmedar Orhan Dogan ku di 27'ê Tîrmeha 2007'an de li Mîhrîcana Çand, Huner û Turîzmê ya Ehmedê Xanî ya Bazîd a Agiriyê qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû, di 14'emîn salvegera koça xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Asrî ya Cizîr a Şirnexê hat bibîranîn.    Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, malbata Dogan, rêxistina HDP'ê ya bajêr û navçeyê û gelek kes tevli bîranînê bûn.    Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, di bîranînê de axivî. Ozguneş, bal kişand ser têkoşîna Dogan û got: "Orhan Dogan, di evînê de hevrêyê Mem û Zînê, di zanist û wêjeyê de hevrêyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û hevrêyê gelek rewşenbîran bû. Orhan Dogan, li Cizîrê di dema parêzertiya xwe de, têkoşîna xwe ya ji bo edaletê rê her kesî da. Bêguman ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd windahiyek pir mezin e. Dogan, şehîdê demokrasî û azadiyê ye. Em ê tu carî têkoşîna wî ji bîr nekin. Dê têkoşîna wî rêya me ronî bike."    Piştî bibîranînê kesên tevli bîranînê bûn, qurnefîl danîn ser gora Dogan û dua kirin.