Kinyasê Hemîd: Heke kurd nebin yek wê Kurdistan ji dest biçe 2021-06-30 09:07:56 NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Ermenistanê Kinyasê Hemîd ku ji ber helwesta wê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar kir, ji bo şerê muhtemel ê navxweyî yê kurdan got ku heke kurd nebin yek wê Kurdistan ji dest biçe.   Di 20’ê hezîranê de li Ermenistanê hilbijartina pêşwaxt a parlamentoyê pêk hat û di hilbijartinê de Partiya Peymana Sivî a Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi serket. Ji ber ku li Ermenistanê kurd dijîn partiyên wê ji bo parlamenteriyê cih didin namzetên kurd jî. Serokwezîr Paşînyan ji kurdên Ermenistanê Kinyasê Hemîd kir namzet. Di hilbijartinan de Hemîd ji bo partiya Paşînyan xebitî û hat hilbijartin. Hemîd beriya niha jî di du caran hatibû hilbijartin û bûbû parlamenterê parlamentoya Ermenistanê.    BI PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ BI SER KET   Parlamenter Kinyasê Hemîd, têkildarî hilbijartinên Ermenistanê, rewşa kurdên êzidî yên li Ermenistanê û gengeşiya ku ji ber piştgiriya PDK’ê ya ji bo Artêşa Tirk li Herêma Kurdistanê di navbera wê û PKK’ê de derketiye ji ajansa me re axivî û nirxandinên girîng kirin. Kinyasê Hemîd, destpêkê bal kişand ser pêvajoya şerê Qerebaxê ku beriya hilbijartinên Ermenistanê pêk hat û got ku Azerbeycan bi piştgiriya Tirkiyeyê û komên wê yên îslamîst li dijî Ermenistanê bi ser ketiye.     CAREKE DIN PAŞÎNYAN TERCÎH KIRIN   Hemîd, da zanîn rexmî ku Paşînyan beriya şer bi 2 salan hatiye ser desthilatê jî muxalefeta Ermenistanê wî weke berpirsyarê têkçûna şerê 30 salî nîşan daye û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: “Nifte û gelek perê Azerbeycanê hebû û gelek çek û cebilxane kirîbûn. Muxalefeta ku beriya Paşînyan li ser desthilata Ermenistanê bû 30 salan welat bi rê ve bir û ji bo Ermenistanê çekan nestandibûn. Ji ber ku Paşînyan ji bo aramî û aboriya welat dixebite gelê ermen Paşînyan baş nas dike û li şûna muxalefetê careke din wî tercîh kir.”   ÊZIDIYÊN ERMENISTANÊ   Der barê civaka êzîdî ya Ermenistanê de Hemîd, destnîşan kir ku di civaka êzidî de dubendî heye û ev tişt got: “Di civaka me ya êzidiyan de hin jê xwe tenê weke êzîdî pênase dikin û kurdbûnê qebûl nakin. Hinek jê jî xwe weke kurdên êzidî pênase dikin. Her wiha li vir kurdên elewî û xêristiyan jî hene. Li gorî min hemû kurd in. Tu pirsgirêka vê civakê tune ye. Ew kesên ku xwe êzidî dihesibînin jî bila xwe êzidî bihesinîn. Êzîdîti ola me ya kevn e. Ez wê olê jî dihebînim."   ŞERMEZARKIRINA HIKÛMETA HERÊMÊ   Piştî nirxandinên xwe yên têkildarî hilbijartin û civaka êzidî ya Ermenistanê Hemîd, têkildarî gengeşiya li başûrê Kurdistanê ya di navbera partî û hêzên kurd de axivî û diyar kir weke kurdekî dîasporayê ku temenê wî di seriya 70 salan de ye dilê wî bi partiyên ku xizmeta Kurdistanê kirine re şah bûye. Hemîd, bi lêv kir ku şerê li başûrê Kurdistanê bi peş dikeve ne şerê PKK’ê ye û wiha got: “Şerê welatên ciran e ku dixwazin kurdan tune bikin. Dewleta tirk tenê li dijî PKK’ê û kurdên bakûr şer nake. Ev şer li dijî hemû kurdan e. Divê kurd tu carî li dijî kurdan şer nekin. Ji ber helwesta wan a li dijî êrişên Tirkiyeyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikim.”   REFERANDÛMAN HERÊMA KURDISTANÊ   Di berdewama axaftina xwe de Hemîd, polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî kurdan bi bîr xist û destnîşan kir ku ji bo tunekirina kurdan a bi destê kurdan dewleta tirk bi hezaran cerdevan girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta tirk kurdan berî hev dide. Divê partiyên kurdan di rêziknameyên xwe destnîşan bikin ku kurd tu carî nikarin şerê hev bikin. Divê hemû kurd zanibin ku dewleta tirk wan qebûl nake. Mînaka vê yekê jî referandûma başûrê Kurdistanê ye. Dema ku kurdan serbestiya xwe xwest destpêkê Tirkiyeyê li dijî vê derket û dijminahiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.”   ‘EZ BI HEYRANA WE ŞERÊ HEV NEKIN’   Hemîd, ji bo bi dawîkirina gengeşiya li başûrê Kurdistanê bi van gotinan bangî rayedarên Başûr kir: “Ez bang li serokê Herêma Kurdistanê dikim; dilê min li ser tevahiya kurdan dişewite û dixwazim ku îro Kurdistaneke serbest hebe. Kurdistana serbest xeyala min e. Ez heyrana we serkirdeyên PKK’ê û başûrê Kurdistanê şerê hev nekin. Heke ev şer çêbibe wê ne Kurdistana başur û ne jî Kurdistana bakur, rojava û rojhilat bimîne. Wê kurd bi vî şerî qels bibin û wê Tirkiye wan ji holê hilîne.”   BI ŞERÊ KURDAN ŞAH DIBIN!   Di dawiya axaftina xwe de Hemîd, destnîşan kir ku Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê weke dijminê kurdan dibîne û ev nirxandin kir: “Her çar dewlet jî dijminatiya hev dikin lê dema ku mijar dibine kurd ev dewlet dibine birayê hev û kurdan jî dikin dijminê hev. Wê bi şerê navxweyî yê kurdan van her çar dewletan gelek şah bibin. Gere şerê birakujiyê neyê kirin. Heke kurd kurd bikuje ev tê wateyê ku tên ser rêya dijminên xwe û naxwazên Kurdistaneke azad çêbibe. Heke kurd nebine yek wê Kurdistanê nebînin û Kurdistana başûr jî ji dest biçe.”    MA / Kadrî Esen