Nûnerên partiyên siyasî: Ê partiyan ava dike gel e û yê wan bigire jî gel e 2021-06-30 09:09:21   WAN - Nûnerên partiyên siyasî ji bo doza derbarê girtina HDP'ê de hatiye vekirin anîn ziman ku biryareke "siyasî" ye û tenê gel dikare partiyan bigire.    Li Wanê nûnerên partiyên siyasî, doza derbarê girtina HDP'ê de hatiye vekirin rexne kirin. Siyasetmedaran destnîşan kirin ku girtina partiyan dê tu tiştî çareser neke.    GULMEZ: BIRYAREKE SIYASÎ YE    Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez, anî ziman ku HDP, bi salan e li meclîsê têdikoşe û AKP-MHP ji bo siyaseta xwe bidomînin dixwazin HDP'ê bigirin.    Gulmez, destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn biryareke siyasî ye û got: "HDP, bi salan e li Meclîsê ye. Doza ji bo girtina wê, biryareke siyasî ye."    ‘DÊ NIKARIBIN PÊŞÎ LI BER GELÊ KURD BIGIRIN'    Gulmez ku navê wê jî di îdianameyê de heye û tê xwestin cezayê qedexekirina siyasetê li wê jî bê birîn, destnîşan kir ku dê nikaribin bi qedexeyan pêşî li ber gelê kurd bigirin. Gulmez, anî ziman ku qedexekirina siyasetê jî wekî girtina partiyan, biryareke bêhiqûqî ye û got: "Dê bi an qedexeyan nikaribin pêşî li ber gelê kurd bigirin."    ÎLHAN: ANCAX GEL DIKARE PARTIYAN BIGIRE   Serokê Partiya Saadetê yê Wanê Ozay Îlhan jî anî ziman ku ancax gel dikare partiyan bigire. Îlhan, bibîr xist ku partiya wan jî gelek caran hatiye girtin û girtina partiyeke ku di ser ji sedî 10'an re raya digire, ne biryareke rast e.    Îlhan, bilêv kir ku heger HDP bê girtin dê sibê bi navekî din bê vekirin û got: "Girtina partiyeke di ser ji sedî 10'an re ray girtine, ne ji bo welêt ne jî ji bo welatiyan, ne helwesteke rast e. Em wisa bawer dikin ancax gel dikarin partiyan vekin û bigirin." Îlhan, destnîşan kir ku îqtidar mîmarê nelirêtiyan e û got: "AKP çi be, MHP jî ew e. Bi navê welat, gel û alayê, ji bo mifha tevdigerin. Wisa bawer dikim dê sibê li bara dadgehên bilind hesabê van nelirêtiyên xwe bidin."    ‘LI HOLÊ TU PÊVAJOYEKE HIQÛQÎ TUNE YE'    Serokê CHP'ê yê Wanê Seracettîn Bedirhanoglû jî destnîşan kir ku doza ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin, biryareke siyasî ye û li holê bi navê hiqûqê tu pêvajoyek tune ye.    Bedirhanoglû got: "Li gor me ya tê kirin ne tiştekî demokratîk e, biryareke siyasî ye. HDP, li gor qanûna partiyên siyasî hatiye avakirin û partiyeke qanûnî ye. Divê pêşiya siyasetê neyê xitimandin. Her ku partiyê digirin, hîn bêtir mezin dibe. Îqtidar divê vê yekê fêm bike."