Dem dema parastina ziman e: Berpirsiyariya neteweyî ye 2021-06-30 10:19:09 AMED - Herdem Mervanî yê beşdarî komxebata “Dem dema parastina ziman e” bû, diyar kir ku parastina zimanê Kurdî, berpirsiyartiyek neteweyî ye. Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan jî, got; “Yên ku nekarin xwedî zimanê xwe derkevin, wê nekarin xwedî pêşeroja xwe jî derkevin.”    Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çand a Mezopotamya (MED-DER) û Desteya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) komxebata bi şîara “Dem dema parastina ziman e” du rojan li dar xistin. Komxebat li Amedê hat lidarxistin. Endam û rêveberên Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê, Komeleya Wêjevanên Kurd, Komeleya Wêjevanên Mezopotamya, Platforma Zimanê Kurdî, Tora Zimanê Kurdî, Egîtîm Sen, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê, Pena Kurd, Komîsyona Ziman a HDP’ê û Komeleya  Wêje ya Çand û Huner a Jinê (KASED) beşdarî komxebatê bûn.      DEM DEMA PARASTINA ZIMANE   Di komxebata du rojan dewam kir de, xebatên ku heta niha ji bo şaredariya pir zimanî di rêveberiyên herêmî de hatine meşandin hatin nîqaşkirin. Di roja ewil a komxebatê de, endamên Desteya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê û hevşaredaran, têkildarî xebatên pirzimanî yên şaredariyê pêşkêşî kirin. Di roja duyemîn de jî, beşdaran têkildarî xebatên ji bo şaredariya pirzimanî ya pêşeroj û parastina zimanan pêşniyar kirin. Encamnameya komxebatê, wê di rojên pêş de ji raya giştî re bê aşkere kirin.   XIZMETA PIR ZIMANÎ   Endama Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Sûrê Herdem Mervanî, derbarê armanca komxebat û nîqaşên bi rêve birin de agahî dan û dest nîşan kir ku armanca wan a bingehîn ew ku di rêveberiyên herêmî de xizmeta pirzimaniyê bikin.   Mervanî, diyar kir ku ew ji bo parastina zimanên gelan, nemaze zaravayên Kurdî dixebitin û wiha axivî: “Ev erka sereke ya mirovahiyê ye. Zimanê Kurdî ji bo me xeta hebûn û tunebûnê ye. Divê em bi zimanê xwe re, hemû zimanên gelên li herêmê dijîn jî biparêzin. Em xwedî wê erkene ku zimanên Suryanî, Ermenî û Erebî jî biparêzin. Armanca me ew e ku em ligel Kurdî van zimanan jî zindî bihêlin.”    ‘BERPIRSIYARTIYA NETEWEYÎ’   Mervanî, bal kişan ser êrişîn qeyûman ên li dijî zimanê Kurdî û wiha got: “Tayîn kirina qeyûman di heman demê de êrişa li dijî Kurdî û xizmeta pirzimaniyê ye. Qeyûmên şaredariyên me xesp kirin, herî zêde êrişî zimanê Kurdî kirin. Hevalên me yên xebatên ziman bi rêve dibirin, kirin hedef. Lê çi dibe bila bibe, dibin her şert û merci de, emê xwedî ziman û çanda xwe derkevin. Ev berpirsiyartiya me heye.”   Mervanî, da zanîn ku zimanê Kurdî parçeyekê jiyanê ye û wiha bi dawî kir: “Divê di her qada jiyanê de bê axaftin. Em di ber zimanê xwe de berpirsiyarin. Divê me pirzimaniyê biparêzin. Ji ber ku mafê bingehîn ê her mirovî ye ku bi zimanê dayika xwe biaxive. Astengkirina vê bi tu awayî nayê qebûl kirin.”   GIRINGIYA RÊVEBERIYA HERÊMΠ   Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan jî, bal kişand ser girîngiya xebatên rêveberiya herîmî bi rêve dibe û wiha axivî: “Di komxebatê de, çawaniya polîtîkayên ziman ên di şaredariyan de, hatin nîqaş kirin. Dewlet û desthilatdarî ji gorî berjewendiyên xwe zimanê Kurdî bi kar tîne. Nêzîkatiya desthilatdariyê ya li dijî Kurdan û zimanê Kurdî li gorî pêvajoyan diguhere. Ji ber vê tu hêviyeke me ji desthilatdariyê nîne. Ji ber ku neqebûlkirina zimanê Kurdî, di heman demê de  ne qebûlkirina statuya Kurdane.”   DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIJÎ   Elmas Kan, da zanîn ku ji bo ku zimanê kurdî bê jiyîn ew ê li hemû qadan têbikoşin û ev bang kir: “Divê Kurd li malê, li kolanê, li taxê û li her qadên jiyanê bi Kurdî biaxifin. Em zimanên din paşguh nakin, lê divê Kurdî bibe zimanê jiyanê. Divê zimanê Kurdî bijî. Ji ber ku yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin, wê nikarin pêşeroja xwe jî xwedî derkevin.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel - Ozgur Paksoy