‘Ji girtiyên siyasî tolê hiltînin' 2021-06-30 10:23:40   MÊRSÎN - Rêveberê ÎHD’ê Bedrî Kûran diyar kir ku Lijneya Çavdêriyê ya bi guhertina Qanûna Înfazê hat avakirin, bi hêceta ‘ne bi halekî baş in’ berdana girtiyên siyasî asteng dike û wiha got: “Dewlet, ji girtiyên siyasî tolê hiltînin.”   Guhertinên di Qanûna Derbarê Înfaza Bergiriyên Ewlehî û Cezayê de hatin kirin, di 1’ê çileyê de ketin meriyetê. Ji bo ku girtî mafê xwe yê berdana bi şert bikaribin bikar bînin divê “bi halekî baş” bin. Biryara berdana girtiyan a bi şert dan Lijneya Çavderiyê ya di bin banê girtîgehan de hatiye avakirin. Bi guhertina hat kirin bi dehan girtî bi hêceta ‘ne bi halekî baş in’ nayên berdan. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Mêrsînê Bedrî Kûran, binpêkirinên mafan ên bi guhertina qanûna înfazê pêk hatin vegotin.    LIJNEYA RÊVEBERIYÊ    Kûran, anî ziman ku di ava kirina Lijneya Çavderiyê de cot standardî heye û û wiha got: “Ji bo nirxandina sûcdarên edlî, di Lijneya Çavderiyê de midurê girtîgehê û psîkolog cih digirin lê ji bo girtiyên di çarçoveya Qanûna Têkoşîna Bi Terorê re (TMK) girtî ne, di Lijneya Çavderiyê de Serdozgerê Komarê, heke hebe psîkolog an psîkiyatrîst, ji Wezareta Ewlehiya Civakî û Malbatê an jî Wezareta Tenduristiyê kesek cih digire. Kesên ku di Lijneya Çavderiyê ya girtiyên siyasî de cih digirin bi temamî kesên ku di bin kontrola saziyên desthilatê de dixebitinin. Ji 1’ê çileya 2021’an û vir ve tu biryareke erênî ji van lijneyan derneket. Bi awayekî aşkera diyar e ku ji bo girtiyên siyasî biryareke erênî ji lijneyan dernakeve. Biryarên Lijneya Çavdêriyê bi hejmara zêde tê qebûlkirin an jî redkirin. Biryarên ku ji me re tên hemû bi yek dengî hatine girtin. Ev jî nêzîkatiya li dijî girtiyên siyasî bi awayekî aşkera dide nîşandan.”   LI DIJÎ HIQÛQÊ YE   Kûran, anî ziman ku biryarên Lijneyên Çavderiyê li dijî hiqûqê ne û wiha axivî: “Xala 7’emîn a Qanûna Ceza ya Tirk a ‘têkildarî berdana bi şert kîjan ji hikumxwariyan re baş be ew tê pêkanîn’ tê binpêkirin. Dewlet hewl dide ku ji girtiyên siyasî tolê hilîne. Heke niyeteke wan a tolhildanê tune be qet nebe bila qanûna niha di meriyetê de pêk bînin. Pêkneanîna qanûnên heyî jî niyeta wan a tolhildanê dide nîşandan.”   ‘NEWEKHEVÎ HEYE’   Hevberdevkê Komîsyona Şopandina Girtîhgehan ê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Îbrahîm Kaya jî diyar kir ku di qanûna înfazê de newekhevî tên qewimîn û wiha got: “Bi qanûna ku AKP’ê û MHP’ê di nav meha adara 2020’an de amade kir, girtiyên edlî hatin berdan lê kesên ji ber fikrên xwe hatin girtin nehatin berdan.”   GIRTIYÊN SIYASÎ NAYÊN BERDAN   Kaya, anî ziman ku di sererastkirina beriya niha de girtiyên siyasî piştî ku qismekî cezayê xwe radizan bi şertê kontrola edlî dihatin berdan û wiha berdewam kir: “Lê bi vê sererastkirina niha rewşa berdana girtiyan ji kêyfa Lijneya Çavderiyê re hatiye hiştin. Lijneya Çavderiyê dema nirxandinê dike, ka girtî çiqas li gorî qûralên girtîgehê tevdigerin lêkolîn dike. Di nav van qûralan de, qûralên weke lêgerîna tazî, hejmara ser piyan jî hene. Ev rewş ji bo Lijneya Çavderiyê weke hêcet tê bikaranîn. Di heman demê de dema girtiyên binpêkirinên mafan ji rêxistinên sivîl ên civakî re dişinin bi hêceta ‘ewlehiya girtîgehê dixin talûkeyê’ lêpirsînên dîsîplînê vedikin. Dîsa Lijneya Çavderiyê bi hêceta girtî ‘ne bi halekî baş in’ dema girtinê tê dirêjkirin.”   ‘BILA DEST JI PÊKANÎNA BERDIN’   Kaya, anî ziman ku bi vê qanûnê dixwazin girtî bîatê wan bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê qanûnê armanc dikin ku girtî ji tu neheqî û bêhiqûqiyan re deng dernexînin û neheqiyan qebûl bikin. Em weke parêzerên ku di qada mafê mirovan de têdikoşin, em ê li dijî van polîtîkayên qirêj ên li ser girtiyan mil bidin hev û têbikoşin. Divê demildest dest ji vê pêkanînê bê berdan.”   MA / Omer Akın