Ji parêzerê Ocalan ji bo Wezîrê Edaletê: Li daxuyaniya xwe xwedî derkevin 2021-06-30 10:29:33   STENBOL - Parêzer Rezan Sarica, daxuyaniya Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul a dema bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2019'an ku têkildarî hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dabû bi bîr xist û ev pirs kir: "Çîma îro li van daxuyaniyan xwedî dernakevin?"    Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 216'an de didome. Serlêdanên ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji aliyê parêzer û malbata Ocalan ve tên kirin jî bêbersiv tên hiştin. Di encama çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 200 roj berdewam kiribû de piştî 8 salan parêzerên Ocalan di 2'ê gulana 2019'an de çêbûn Îmraliyê û pê re hevdîtin pêk anîbûn. Piştî hevdîtinê Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul angaşt kiribû ku li pêşiya hevdîtinê tu astengî tune ne.   WEZÎR GUL: ASTENGIYEKE QANÛNÎ TUNE YE   Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Dİ 16'ê gulana 2019'an de daxuyandibû ku hevdîtina girtiyan a bi parêzerên wan re mafekî qanûnî ye û derbarê Ocalan de ev tişt gotibû: "Beriya niha biryarên sînorkirinê hebûn. Ev biryar hatin rakirin. Biryarên der barê qedexeya hevdîtinê de hatin rakirin û derfetên hevdîtinê çêbûn. Ji ber ku bi awayekî hiqûqî astengî rabûne derfet çêbûye ku parêzer bi awayekî hiqûqî hevdîtin bikin." Piştî vê daxuyaniya xwe Gul, di 22'ê gulana 2019'an de daxuyaniyeke din jî da û di vê daxuyaniyê de jî dubare diyar kir ku astengiyên li pêşiya hevdîtinê bi awayekî hiqûqî rabûne û di vê çarçoveyê de bi Ocalan re hevdîtin hatiye kirin.    ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ BI DAWÎ BÛ   Parêzerên Ocalan, di 22'ê gulana 2019'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn û peyama wî di 26'ê gulana 2019'an de ragihandin. Li ser banga Ocalan çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bûn. Piştî vê di 12-18'ê hezîranê û 7'ê tebaxa 2019'an de parêzer Rezan Sarica û Newroz Ûysal 3 caran çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Di hevdîtinên hatine kirin de Ocalan ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd şans dan desthilatê, lê desthilatê ev şaşns paşguh kir.    SERLÊDANA BÊBERSIV HATIN HIŞTIN   Ji van dîrokan şûn de serlêdanên parêzeran ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin kirin bêbersiv hatin hiştin. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta nexşerêya ku Ocalan di sala 2009an de bi parastina xwe re ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, di 23'ê îlona 2020'an de ji bo 6 mehan hevdîtina bi Ocalan re qedexe kiribûn. Ji ber vê biryarê serlêdanên parêzeran bê encam mabûn û di çileya 2021'an de derketibû holê ku careke din cezayê dîsiplînê li Ocalan hatiye birin û hevdîtinên pê re hatine qedexekirin. Ji ber van biryaran serlêdanên parêzeran ne bierênî ne jî bineyînî nayên bersivandin.    225 SERLÊDAN HATINE KIRIN   Ji 7'ê tebaxa 2019'an heta niha parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re 225 caran serêldan kirine. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica ku herî dawî wî bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, diyar kir ku di demên dawîn de her roj serlêdan dikin û serlêdanên wan ne bierênî ne jî bineyînî nayên bersivandin û tenê hin caran biryara dadgehê tê derpêşkirin. Sarica, bi lêv kir ku dixwazin pê re bi Ocalan re hevdîtin bikin û wiha got: "Biryarên dadgehan li gorî me ne biryarên li gorî hiqûqê ne. Ji berê ve siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî Îmraliyê tecrîd e. Di pergala tecrîdê de hem bi awayekî kêfî hem jî bi awayekî fizîkî astengî û qedexe dihatin derxistin. Bersivên tên dayîn jî tev bi kêfî û li dijî hiqûqê ne. Di demên dawîn de serlêdanên me qet nayên bersivandin."   STRATEJIYA DESTHILATÊ NEGUHERIYE   Di berdewamê de Sarica, da zanîn ku stratejiya dewlet û desthilatê ya li dijî hevdîtinên Ocalan ji sala 2019'an ve neguheriye û ev tişt gotin: "Tenê di gotin û amûran de hin guhertin hene. Dema çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2019'an de desthilateke ku rastiya civakê qebûl dikir li hemberî me hebû. Di vê wateyê de neçar man ku mafê hevdîtinê ya parêzeran ji raya giştî re ragihînin. Îro dîsa çalakiyeke greva birçîbûnê heye û tecrîda li Îmraliyê derketiye asteke metirsîner. Îro çima van daxuyaniyan nadin ango çima li daxuyaniyên xwe yên sala 2019'an xwedî dernakevin? Çima Destûra Bingehîn nas nakin û hiqûqê paşguh dikin."   GIRÎNGIYA NÊRÎNÊN OCALAN   Di dawiya axaftina xwe de Sarica, bal kişand ser nêzikbûna desthilatê ya li hemberî Ocalan û got ku nêzikbûna weke amûr a li hemberî Ocalan encam nade û divê nêrînên Ocalan girîng bên dîtin.    MA / Diren Yurtsever