Dadgeha Îstînafê beraeta 7 rojnamevanan erê kir 2021-06-30 13:52:13   AMED - Dadgeha Îstînafê derbarê 7 rojnamevanên ku dihat îdiakirin ku Cîgirê Serfermandariya Giştî ya Cendirmeyan Mûsa Çîtîl hedef nîşan dane biryara beraetê da.    Rojnamevan Omer Çelîk, A.vahap Taş, Çagdaş Kaplan, Selman Çîçek, Hamza Gunduz, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili bi îdiaya nûçeyek derbarê Cîgirê Serfermandariya Giştî ya Cendirmeyan Mûsa Çîtîl de çêkirine û li ser medya civakî belav kirine bi îdiaya “wezîfedarê ewlekariyê hedef nîşan daye” doz li wan hatibû vekirin. 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara beraeta dozê dabû. Serdozgeriya Komarê îtîrazî biryara dadgehê kir û biryarê veguhest Dadgeha Îstînafê. 2’yemîn Daîreya Cezayê Dadgeha Îstînafê danişîna dozê li dar xist û biryara beraetê erê kir. Bi vî awayî rojnamevan ji dozê hatin beraetkirin.