Wê malbata Gulistan Dokû bimeşe Ordûyê 2021-06-30 16:47:25   DERSIM - Xwişka Gulistana Dokû ku 542 roj in winda ye Aygul Dokû, diyar kir ku wê bimeşin bajarê Ordûyê ku Waliyê Dersimê yê berê Tûncay Sonel niha li wir walî ye.    Li Dersîmê ji 5'ê çileya 2020an ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistana Dokû nayê girtin. Rexmî ku di ser windabûna Dokû re 542 roj derbas bûne jî di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dersimê ve hatibû destpêkirin de tu pêşveçûn çênebû. Dema ku lêpirsîna derbarê windabûna Dokû de berdewam dikir, zirbavê gumanbarê serekê Zeynal Abarakov, Engîn Yucel mala xwe ji Dersîmê bar kir. Ji ber ku lêpirsîn temam nebûbû û li mala wan lêkolîna krîmînal nehatibû kirin, xûça Dokû Aygul Dokû bûbû asteng ku mal bê barkirin. Di 22'ê mijdara 2020'an de Yucel, bi hinceta ku Aygul Dokû xesar daye mala wî derbarê Dokû de doza tazmînatê vekir. Wê sibê danişîna vê dozê li Edliyeya Dersimê bê bîtin. Piştî danişînê wê malbata Dokû ber bi bajarê Ordûyê ku Waliyê Dersimê yê berê Tûncay Sonel niha li wir walî ye ve dest bi meşê bike.    Aygul Dokû, li ser hesabên xwe yên medya sanal, der barê mijarê de daxuyaniyek da û ev tişt got: "Tûncay Sonel, ji me re got ku Gulistan Dokû întihar nekiriye û di avê de ye wê cenazeyê wê bide me. Ji ber ku me got li mala Engîn Yucel lêkolîna krîmînal nehatiye kirin me dan dadgehê. Roja pênçşemê em ê ji Edliyeya Dersimê ber bi Walîtiya Ordûyê ve bimeşin. Bila keça me bidin me. Serokkomar jî got ku wê Zeynal Abarakov û malbata wî bên darizandin lê bêdengî nehat xerakirin. Me li ser vê pirsê gelek êş kişandin. Ji bo ku em bibêjin bila faîl bên darizandin ez û malbata xwe em ê bimeşin Ordûyê."