Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan hat girtin 2021-06-30 18:51:29   AMED - Serokê Komeleya 78'an a Amedê Ganî Alkan hat girtin.    Serokê Komeleya 78'an a Amedê Ganî Alkan ku duh di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Polîsan a Bajêr, hat binçavkirin. Alkan, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan îro sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Alkan sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar kir. Dadgeriyê jî bi heman îdiayê" Alkan girt û şand girtîgehê.   Alkan di dema derbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980'yî de 4 mehan di binçavan de mabû û di sala 1981'ê de hatibû girtin. Alkan, 7 salan di Girtîgeha Amedê ya Jimare 5'an de mabû û tahde û îşkenceyeke mezin lê hatibû kirin.