Bi hinceta ku maskeya wî tune ye birin, lê sîxurtî lê ferz kirin 2021-07-01 09:08:19 STENBOL - Polîsan bi hinceta ku maske nedaye ber devê xwe Bariş Çetîn biribûn midûriyeta polîsan. Li midûriyetê sîxurtî li Çetîn hatiye ferzkirin û bi hinceta ku "heqaret li polîsan kiriye" derbarê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.  Di salên 90'î de li herêmê ji ber valakirina gundan û ferzkirina cerdevantiyê gelek malbat ji bêgavî koç kiribûn bajarên mezin. Yek ji van malbata jî, malbata Çetîn e ku ji ber zext û zoriyan koçî Stenbolê kiriye. Malbata Çetîn di sala 1993'yan de ji ber ferzkirina cerdevantiyê ji gundê Ormanîçî yê navçeya Basan a Şirnexê çûye Cizîrî û ji wir jî koç kiriye çûye Dîlokê. Piştî li Dîlokê jî bi zext û zoriyan re rû bi rû dimîne, vê carê jî koç dike Stenbolê. Malbat 2 sal in li Stenbolê ye, lê li vir jî bi zext û zoriyan re rû bi rû dimîne. Di nav du salan de polîsan gelek caran avêtiye ser malabatê. Herî dawî di 24'ê Hezîranê de avêtine ser malê û ferdê malbatê Bariş Çetîn binçav kirine û lêxistine.    Çetîn, behsa zext û zoriyên li wan hatine kirin û tên kirin, kir.    Çetîn got: "Di 14'ê Sibata 1993'yan de gundê me hat şewitandin. Eskeran gef xwarin û gotin, 'an hûn ê bibin cerdevan an jî hûn ê ji gund derkevin.' Malbata min cerdevantî û polîtîkayên dewletê qebûl nekir. Piştî vê eskeran avêt ser gund û qirkirinek mezin kirin. Hin gundî kuştin, hin jê îşkence kirin û hin jê jî avêtin zindana. Bavê min jî nesîb ji vê îşkenceyê girt."    Çetîn, diyar kir ku paşê malbat koçî Cizîrê kiriye û ji wir jî koçî Dîlokê kiriye û ew jî li vir hatiye dinê. Çetîn got: "Ji ber bavê min tim davêtin ser mala me. Ji ber vê du sal berê me bar kir em hatin Stenbolê."    LÊXISTIN   Çetîn, destnîşan kir ku li Stenbolê jî bi heman zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û bûyera ku herî dawî hatiye serê wî got. Çetîn, anî ziman ku piştî ku li HDP'a Îzmîrê xebatkara partiyê Denîz Poyraz hatiyekuştin çûye avahiya HDP'ê ya Esenyûrtê û got: "Ciwanek çima diçe HDP'ê? Ji lew re hûn me û Denîzan dikujin. Her ku hûn Denîzan bikujin, em ê jî bên HDP'ê. Ez ji bo vê hatim HDP'ê. Hatim min du çay vexwarin. Paşê derketim. Çawa derketim derve, hin kesên sivîl gotin 'wer vir lan!' Polîsên biunîforma jî hinekî wêdeyî wan bûn. Tirsiyam. Min hewil da cardin biçim hundirê avahiya partiyê. Lê bi milê min girtin û li ber çavê her kesî ez binçav kirim."    Çetîn, anî ziman ku piştî li ber xwe daye, wan kesan jê re gotiye "wer, em ê ji ber ku te maske nedaye ber devê xwe ceza li te bibirin." Çetîn got: "Bi rastî jî maskeya min tune bû. Min maskeya xwe li avahiya partiyê ji bîr kiribû. Gava gotin em ê ji ber ku te maske nedaye ber devê xwe ceza bibirin, hinekî rihet bûm. Lê min li wesayîteke şîn a wekî torosan siwar kirin. Ez tirsiyam. Ji lew re min ji ber bavê xwe bi wan çaxan û îşkenceya wan dianibû. Qilqilîm. Fikirîm ku ev ne polîs in û min ji wan pirsî, 'hûn kî ne, qey hûn eşqiya ne ku hûn mirovan direvîniN?' Ji ber vê li min xistin û ji ber vê bi hinceta 'heqareta li polîsan' derbarê min de lêprisîn dan destpêkirin."    GEF LÊ XWARIN   Çetîn, anî ziman ku piştî ku bi zorê li wesayîtê hatiye siwarkirin, wî mirine Midûriyeta Polîsan a Kiraçê û li vir du kesên sivîl li benda wî bûne û ji ber "heqareta li polîsan" îfadeya wî girtine. çetîn got: "Zabitnameyek amade kirin. Bi min dan îmzekirin. Paşê ji min re gotin du kes hene gere tu wan bibînî. Min xistin hundirê odeyekê û ew du kes hatin. Gotin, em dixwazin çend pirsan bikin. Min jî got, ev ne qanûnî ye û heya parêzerê min neyê ez ê xeber nedim. Gotin, 'ka em biaxivin û tu jî guhdar bike.' Gava min pirsî bê ka î ne gotin ji MÎT'ê hatine. Navê çend kesan ji min re gotin û pirsîn bê ka wan nas dikim an na. Min got, ez wan nas nakim. Paşê gotin, 'em dixwazin em bibin birayên hev' û xwestin li derve bi wan re çayê vexwim."   Çetîn, anî ziman ku 3 sal in amadekariyên ezmûna zanîngehê dike, lê tim di hefteya ezmûnê de tê binçavkirin û got: "Min tiştên wan qebûl nekirin. Ew jî sê sal in her tim di hefteya ezmûnê de min binçav dikin. Min ji wan re got 3 sal in ji ber vê nikarim têkevim ezmûnê, qet nebe heya ezmûn biqede min berdin. Gotin, 'Tu biçe têkeve ezmûna xwe, paşê em ê bi hev re biaxivin. Neyteke me ya xirab tune ye.' A rast ji ber behsa van tiştan dikim jî ditirsim. SiDibe ku sibê cardin min bigirin û bibêjin 'çima te xeberdaye.' Ezmûn jî qediyan. Ditirsim min binçav bikin."    RAPOR   Çetîn, anî ziman ku piştî axaftinê wî birine nexweşxaneyê û got: "Bijîşk raporek çêkir û tê de behsa birînine sivik kir. Min nexwest rahêjim wê raporê. Li wir ez lînç kirim. Rapor ne li gor vê bû. Li stuyê min dewsa derbên wan hebûn. Di raporê de behsa tiştên wiha nehatibû kirin. Lewma min ranehişt raporê. Min  got, 'giliyê wan bikim jî dê tiştek neyê kirin', lewma min gilî jî nekir."   MA / Ferhat Çelîk