Li gundê ku tê îdiakirin hezar kes derbasî AKP’ê bûne ne rê ne jî av heye! 2021-07-01 09:08:22 AMED - Qeyûmê Şaredariya Rezanê, îdia kiribû ku ji gundê Kelekê hezar kes tevli AKP'ê bûne. Şêniyên taxê anîn ziman ku heya niha tu xizmeta şaredariya AKP'î nedîtine û tevli AKP'ê nebûne.    Hatibû derpêşkirin ku li gundê Kelekê ya navçeya Rezan a Amedê, hezar kes dev ji HDP'ê berdane û tevli AKP'ê bûne. Ev îdia aydê Huseyîn Beyoglû ye ku piştî YSK'ê mazbata nedabû namzetê HDP'ê Zeyyat Ceylan, tayinî Şaredariya Rezanê hatibû kirin. Beyoglû, di 25'ê Hezîranê de li Taxa Sakalliyê bûbû mêvanê televîzyonên nêzî AKP'ê û derpêş kiribû ku ji ber xizmeta kirine hezar HDP'î tevli AKP'ê bûne.    NIFÛSA TAXÊ 890 KES E    Nifûsa gundê Kelekê bi giştî 890 kes e. Di hilbijartina dawî ya 2019'an de 405 kes xwedî ray bûne. Ji van rayan 353 hatine avêtin û 318 jê hatine qebûlkirin. Ji sindoqên taxê 259 ray ên HDP'ê bûne, 46 jê yên AKP'ê bûne û 35 jê nehatine qebûlkirin.    Beyoglû, berî biçe gund bi rojekê vîdeoyek çêkiribû û di vîdeoyê de li odeya xwe ya meqamê li ber wêneyê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Erdogan ber çakêtê xwe girtibû û paşê rêz girtibû. Bi rojekê şûn da li Sakalliyê derket pêşberî kamereyan. Berî kamera dîmen bigirin li taxên wekî Baykaya û Ortaorenê bi gel re axiviye ku tevli bernameyê bibin û ji bo vê ew qaneh kirine. Lê belê şêniyên Sakalliyê ev pêşniyar qebûl nekirine. Hat diyarkirin ku hin malbatên ne li hev bûne ji bo ranteke siyasî tevli bernameyê bûne.    RIKA DU MALBATAN   Di 20'ê Hezîrana 2020'î de hin şêniyên gundê Kelekê û Ortewêranê ji ber meseleya çêrandina heywanan bi çekan li hev xistin. Ji gundê Kelekê M.V.K. jiyana xwe ji dest dabû û K.G. jî birîndar bûbû. Cendirmeyan jî ji Taxa Ortewêrenê F.y., K.G. û S.Y. binçav kiribûn û paşê her sê kes hatibûn girtin. https://www.haberler.com/son-dakika-haberi-diyarbakir-da-hayvan-otlatma-meselesi-silahli-13345646-haberi/   Piştî vê hisûmeta di navbera her du malbatan de, ji van malbatan yek jê bûye endamê AKP'ê. Malbata din jî di 24'ê Hezîranê de bûye endamê AKP'ê. Lê belê Beyoglû wekî ku gund tevli AKP'ê bûne ev yek nepixand. Ev îdiaya Beyoglû di nav şêniyên taxê de hem bû cihê henekan hem jî bû cihê bertekan.    XIZMET TUNE    Şêniyê gundê Kelekê Recep Sakalli yê 70 salî, anî ziman ku Beyoglû derewan dike, tu "xizmet" nekiriye. Sakalli got: "Heya niha ji bo taxa me tiştek nekiriye. 7-8 sal berê rêya gund kirin asfalt. Ji wê çaxê heya niha tu tişt nehatiye kirin."    Sakalli, bal kişand ser îdiaya Beyoglû jî ku gotibû hezar şêniyên gund tevli AKP'ê bûne û got: "Ez tevli AKP'ê nebûm. Di her hilbijartinê li vî gundî 20-30 ray ên AKP'ê ne. Ji vê zêdetir rayê wê tune ne."    Kadriye Sakalli jî anî ziman ku li gundê wan qenelîzasyo tune û ava şebekê jî du meh in tune ye. Sakalli got: "Rê nehatin çêkirin. Rê hemû xerabe ne. Gava nexweşek me çêdibe, em xweşikî nikarin biçin û bên. 2 meh in av naherike. Heywanên me hene, em nikarin wan av bidin. Gelek kêmasî hene. Ceryan ne tu ceryan e. Mêş û kelmêşan em xwarin. Ne şaredarî ne jî saziyek din rojekê nehatin li deriyê me nexistin û li halê me nepirsîn. Me raya xwe nedaye AKP'ê."    HER KES MEXDÛR E    Abdulkadîr Dîrî yê 56 salî jî diyar kir ku 7 sal berê şaredariya BDP'î rêya gundê wan çêkiriye û got: "Hatime vî umrî careke tenê rêya gund hatiye asfaltkirin. Wê jî şaredariya BDP'ê çêkir. Her wiha şaredariya HDP'î seferên otobês anî. Lê piştî şewb belav bû, seferên otobêsên jî hatin betalkirin. Li gundê me he rkes mexdûr e. Ên wesayîtên wan tune bin, nikarin biçin bajêr. Şaredariya niha tu xizmetê nake. Ava şebekê pir hindik e. Ji 4 malan ancax yek jê sûdê jê digire. Her tişt li ber çava ye, ka çi fêda wan gihaştiye me? Bi taybetî rêyên zozanan û yên gund nehatine çêkirin. Em bi keran an jî hespan diçin zozanan. Em bi saetan dimeşin. Dibêjin 'em ê çêbikin' lê çênakin."    Dîrî di dawiya axaftina xwe de ji bo îdiayên Beyoglû jî got: "Dibêjin gundî tevli AKP'ê bûne. Dibe ku du keya û ji ber hisûmeta di navbera du malbatan, malbateke ev ji xwe re kiribe inyad û tevli AKP'ê bûbe. Halbûkî ray can, mal û sermiyana mirov e."    MA / Arjîn Dîlek Oncel – Ozgur Paksoy