Duyemîn danişîna doza helîkopterê sibê tê dîtin: Rêya tekane piştevanî ye 2021-07-01 10:47:04 WAN - Wê sibeê duyemîn danişîna rojnamegerên ku avêtina 2 gundiyan a ji helîkopterê kiribûn nûçe bê dîtin. Ji rojnamegeran Cemîl Ûgûr, ev tişt got: "Rêya tekane ya dijderketina zextên desthilatê piştevanî ye." Di 11'ê îlona 2011'an de leşkerên ku li navçeya Şaxê ya Wanê derketibûn operasyona leşkerî, welatiyê bi navên Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û piştî ku îşkenceyeke giran li wan kiribûn ew ji helîkopterê avêtin. Ji nûçe çêkirina vê bûyerê doz li nûçegîhanên ajansa me Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr û Zeynet Dûrgût, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala hatibû vekirin. Di 6'ê cotmeha 2020'an de polisan bi ser mala rojnameger Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala de girtibûn û ew binçav kiribûn. Di 9'ê cotmehê de her çar rojnameger hatibûn girtin û di danişîna xwe ya yekemîn de a di 2'ê nîsanê de bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Wê danişîna duyemîn a dozê sibê li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê bê dîtin. Rojnameger Ûgûr, beriya danişînê banga "mezinkirina piştevaniyê" kir.   DARIZANDINA TOLHILDANÊ   Ûgûr, diyar kir ku ji ber îşkenceya li gundiyan hatiye kirin bi raporên nexweşxaneyê belge kirine zext li wan hatiye kirin û wiha got: "Dema ku mirov li pêvajoya darizandina me dinêre dibîne ku li holê fermanek heye. Di pêvajoya girtina me de darizandineke adîlane pêk nehat. Ji ber derxistina holê ya rastiya îşkenceyê tol ji me hat standin. Rexmî ku dadgehê biryar da tapeyên telefonên me bên "îmhakirin" jî ev tape di dosyayên me de weke delîl derketin pêşiya me. Ji bo kesên ku di bin navê rojnamegeriyê de karên qirêj kirine tu kirarî nayê kirin lê xebatkarên çapameniya azad timik di hedefê de ne. Gelek mînakên vê hene; rojnameger Abdûrrahman Gok ku wêneyê qetilkirina Kemal Kûrkût a di Newroza Amedê ya sala 2017 de kişand li şûna ku bê xelatkirin doz lê hatiye vekirin û tê xwestin ku bê cezakirin. Pêlkirina sutiyê rojnameger Bulent Kiliç jî mînaka vê ye."   'DENG Û HÊZEKE KU EM JI VAKÊ DIGIRIN HEYE'   Di berdewamê de Ûgûr, got ku çi dikin bila bikin bê nikaribin bêhna wan biçikînin û ev tişt anîn ziman: "Lewre me ji Mûsa Anter, Hrant Dînk, Metîn Goktepe mîrate girtiye. Em îro girîngiya karên ku wan kiriye hê baştir dibînin. Em dizanin ku civak ji wan hez dike û li wan xwedî derdikeve. Em ê di rêya wan de bimeşin. Em ê nebin rojnamegerên ku desthilata wan dixwaze. Em tu carî ji zextên ku li me hatin kirin netirsiyan. Em ê timik li dijî îşkence, neheqî û binpêkirinên mafan bin. Deng û hêzeke ku em ji gel digirin heye. "   BANGA PIŞTEVANIYÊ   Ûgûr, ji bo danişîna wan a sibê bê dîtin jî banga piştevaniyê kir û ev tişt got: "Ez doz ne doza darizandina 4 rojnamegeran e. Ev danişîna rojnamegerên ku îşkenceyê derxistine holê ye. Ne tenê rojnameger û rêxistinên rojnamegeran divê tevahiya civakê li vê dozê xwedî derkeve. Rêya tekane ya dijderketina zextên desthilatê piştevanî ye. Êdî mînaka nîşandina piştevaniyê ewyanên dadgehan û qorîdorên edliyeyê ne. Heta ku em bihêz bin û hêz û piştevaniya xwe nîşan bidin wê ji ew ji me bêtir bitirsin."