Şêniyên taxê ji çal û behna pîs aciz in 2021-07-01 11:38:53   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê, ji ber çalên ku li kolanên taxan çêbûne, mirov nikare ji wan derbas bibe.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ji ber çalên ku li kolanên taxan çêbûne, mirov nikare ji wan derbas bibe. Ji ber çalan wesayît bi zorê di kolanan de diçin û tên. Çalên ku bi avê têje bûne ji ber germa zêde bêhneke pîs ji wan tê. Şêniyên ku ji çal û bêhna pîs bêzar bûne dixwazin rêyên wan bên çêkirin.