Ji Aygul Dokû ji bo polisan: Peywira we dîtina Gulistan e 2021-07-01 12:57:34   DERSIM - Xûça Gulistan Dokû ya winda ku bi malbata xwe re beriya danişîna doza tazmînatê ku lê hatiye vekirin daxuyanî da, ji polisên ku wan dorpêç kiribûn re ev tişt got: "Peywira we dîtina Gulistan e."   Li Dersîmê ji 5'ê çileya 2020an ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistana Dokû nayê girtin. Rexmî ku di ser windabûna Dokû re 542 roj derbas bûne jî di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dersimê ve hatibû destpêkirin de tu pêşveçûn çênebû. Dema ku lêpirsîna derbarê windabûna Dokû de berdewam dikir, zirbavê gumanbarê serekê Zeynal Abarakov, Engîn Yucel mala xwe ji Dersîmê bar kir. Ji ber ku lêpirsîn temam nebûbû û li mala wan lêkolîna krîmînal nehatibû kirin, xûça Dokû Aygul Dokû bûbû asteng ku mal bê barkirin. Di 22'ê mijdara 2020'an de Yucel, bi hinceta ku Aygul Dokû xesar daye mala wî derbarê Dokû de doza tazmînatê vekir. Wê îro danişîna vê dozê li Edliyeya Dersimê bê bîtin.    DAYIKA DOKÛ: TENÊ KEÇA XWE DIXWAZIM   Beriya danişînê duh Aygul Dokû bi ferdên malbata xwe re hat Dersimê û li ber Edliyeya Dersimê dest bi nobetê kir. Îro jî beriya danişînê ferdên malbata Dokû li ber Edliyeya Dersimê daxuyanî dan. Endamên Platforma jinan a Dersimê jî tevlÎ daxuyaniyê bûn. Dayika Dokû Bedriye Dokû, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku sal û nîveke li keça xwe digire û wiha got: "Ez dayikek im û dilê min dişewite. Ez ji dewletê tiştekî naxwazim tenê keça xwe dixwazim. Min keça xwe teslîmê dewletê kir û niha hî hestiyên keça xwe ji dewletê dixwazim."   XÛÇA DOKÛ: PEYWIRA WE YA BINGEHÎN DÎTINA GULISTAN E   Xûça Dokû Aygul Dokû jî da zanîn ku ji êvarê heta serê sibehê li ber edliyeyê nobet girtine û got ku dema nobert girtine polisan mudaxaleyî wan kiriye û wiha bangî polisan kir: "Dixwazim peywira we bi bîra we bixim. Peywire ne dorpêçkirina min e ku du sal in li xwişka xwe digerim. Peywira we dîtina xwişka min a 21 salî û darizandina faîlan e. Heke hûn dibêjin na em vê peywirê nakin, wan paldanka berdin û biçin. Bila yên ku peywira xwe bikin û xwişka min bibînin bên."   Li ser van gotinên Dokû polisan mudaxaleyî Dokû kir û jê re gotin, 'tu li ber edliyeyê nikarî biqirî' û axaftina wê birîn.    WAN NEGIRTIN DANIŞÎNÊ   Piştî daxuyaniyê ferdên malbatan ketin eywana danişînê ya 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Dersimê. Endamên Platforma jinan a Dersimê û rojnamegeran jî xwest danişînê bişopînin lê bi hinceta sînordarkirina pandemiyê wan negirtin eywana danişînê. Endamên platformê bertek nîşanî rewşê dan û derbasî pêşiya edliyeyê bûn û sekna xwe didomîn.