Pêşniyazpirsa Ûca bi hêceta ‘nêrîna şexsî’ paş de hat vegerandin 2021-07-01 13:25:29   AMED - Pêşniyazpirsa Parlamenter Feleknas Ûca ya têkildarî birrîn û firotina darên li Herêma Kurdistana Federe ku dabû Meclîsa Tirkiyê, bi hêceta “cih daye nêrîna şexsî” paş de hat vegerandin.    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û Heberdevka Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca di 8’ê hezîranê de têkildarî birrîn û firotina darên li bajarokên Bêgova û Dêrekar û devera Berweriyê yên bi ser Herêma Kurdistana Federe ve pêşniyazpirs dabû Meclîsa Tirkiyê. Ûca bi bîr xistibû ku gundên herêma Federe ji ber bombeberana Tirkiyê hatine valakirin û darên xelkê herêmê hatine birrîn.     Pêşniyazpirs bi daxwaza ku Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay bibersivîne dabû Serokatiya Meclîsa Tirkiyê. Pêşniyazpirs bi hêceta “cih daye nêrîna şexsî” paş de hat vegerandin. Pêşniyazpirs li dijî rêziknameya Meclîsê hat dîtin.