Leşkeran li Elkê fişekên gazê li derûdorê reşandin 2021-07-01 13:36:46   ŞIRNEX - Li gundê Guwanis yê navçeya Elkê baregeha leşkerî bêser û ber girên bi dar dan ber fişekên gazê.   Li gundê Guwanis yê bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve, leşkeran li baregeha leşkerî bêser û ber fişekên gazê li girên ku bi dar in reşandin. Cihên ku fişek lê ketin gaz jê rabû û bêhna wan bi ser hawîrdorê ketin. Nehat zanîn ku bi çi hêcetê ev fişekên gazê hatine berdan.