Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Taşkiran hat berdan 2021-07-01 13:51:06     DİYARBAKIR - Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran hat berdan.    Di çarçoveya lepirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hêcetên îfadeyên şahidên nepen û çalakiyan dabû destpêkirin de polisan di 24’ê Gulanê de li Amed, Edene, Mêrsîn, Antalya, Dersîm, Stenbol û Êlihê bi ser gelek malan de girtibûn. Di serdegirtinan de polisan endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û gelek rêveberên sendika û komeleyan jî di nav de 30 kesî binçav kiribûn. Ji van 30 kesan Taşkiran jî di nav de 16 kes hatibûn girtin.    DANIŞÎNA EWIL HAT DÎTIN   Danişîna ewil a doza ku bi îdiaya “Endamtiya Rêxistinê” derbarê Taşkiran de hatibû vekirin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Taşkiran bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û parêzera wê Zeynep Işik jî li danişînê amade bû. Taşkiran, parastina xwe kir û sûcdariyên derbarê xwe de red kirin. Parêzer Işik jî xwest ku muwekîla wê were berdan.    HAT BERDAN   Dadgehê, dosyaya ku Taşkiran jê girtî û dosyaya wê ya beriya niha li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê negirtî dihat darizandin kirin yek û biryara berdana Taşkiran da û danişînê taloqî 18’ê mijdarê kir.