HDP’ê belgefîlma ‘Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê’ weşand 2021-07-01 14:38:09   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê fragmana belgefîlma bi navê “Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê” ku mînakên bê edaletiyê yên di hişê mirovan de cih digirin wek mijar digire dest weşand.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), belgefîlmeke ku bê edaletiyên ku mekanizmaya darazê ya welat di nav de amade kir. Fragmana belgefîlma bi navê “Ji Tirkiyeyê Dîmenên Edaletê” li ser hesabên medya sanal ên partiyê hatin parvekirin.    Vîdeoya ku hat amadekirin bi peyama “Bi baldar bin! Ev vîdeo di nava xwe de ‘bêedaletiyê’ dihewîne. Em ê teqez biguherînin” parve kir.    Di fragmanê de tundiya polîsan a li dijî çalakiyên civakî, tekoşîna hiqûqê ya Malbata Şenyaşar, çîroka Kemal Kûrkût ê di ketina Qada Newrozê ya Amedê hat qetilkirin, Komkujiya Pirsûsê ku 33 mirovan bi komkujiya DAÎŞ’ê jiyana xwe ji dest dan, doza Osman Kavala, dozên li dijî parlementerên HDP’î û hin bûyerên din ên di hişê civakê de cih digirin, cih digirin.