Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî "qebe û nexweş" hat dîtin 2021-07-01 14:56:26   ŞIRNEX - Pêşnûmepirsa Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr a derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ya artêşa tirk a li başûrê Kurdistanê de  "qebe û nexweş" hat dîtin hat dîtin û hat redkirin.    Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, operasyona artêşa tirk ku di 23'ê nîsanê de li herêmên Zap, Metîna, Avaşînê yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin biribû rojeve meclisê. Îmîr, têkildarî mijarê pêşnûmepirsekê dabû Serokatiya Meclisê û angaştên bikaranîna çekên kîmyewî ya  artêşa tirk pirsîbûn. Serokatiya Meclisê, pêşnûmepirsa Îmîr "qebe û nexweş" dît û lê vegerandin. Lê Serokatiya Meclisê diyar nekir ku kîjan gotinên Îmîr "qebe û nexweş in".