Îro 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-07-01 20:39:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin û 5 hezar û 496 kes jî pê ketin.   Wezareta Tenduristiyê, daneyên rojane yên şewba Covîd-19'ê parve kirin. Li gor daneyan li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 42 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 5 hezar û 288 kesên din jî pê ketine.   Tevî daneyên dawî hejmara kesên heya niha mirine bû 49 hezar û 774 û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon û 430 hezar û 940.