Rêxistinên elewiyan: Em ê bi helwesta Pîr Sûltan tevbigerin 2021-07-02 09:04:56 AMED - Nûnerên rêxistinên elewiyan diyar kir ku dê di her şert û mercî de li cem HDP'ê bin û gotin: "Em mecbûr in, xwedî helwesteke wekî ya Pîr Sûltan bin. HDP, gel e. Em elewî, tevî hemû pêkhateyên xwe li cem HDP'ê ne."  Rêxistinên elewiyan bertek nîşanî îdianameya derbarê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatiye amadekirin, dan û destîşan kirin ku HDP, partiya hemû mezlûman e û ew ê tim li cem HDP'ê bin.    ŞERM E    Hevseroka Konfederasyona Yekîtiyên Elewîyan a Ewropayê (AABF) Nevîn Kamîlagaoglû, anî ziman ku ji roja roj de polîtîkayên qirêj ên îqtidarê yên li hemberî HDP'ê dişopînin û sedema van polîtîkayên qirêj jî ew ku HDP di hilbijartina de xwedî rol û risteke pir girîng e. Kamîlagaoglû, destnîşan kir ku HDP, partiya herî pirrengîna Tirkiyeyê ye û got: "Dadgeha Qanûna Bingehîn, îdianame qebûl kir. Ev şermek mezin e. Gelê ku raya xwe daye HDP'ê tune tê hesibandin. Ev nayê qebûlkirin. Em, çendî ku civateke elewiyan a Ewropayê bin jî, em helwesta xwe nîşan didin. Gava hevserok û parlementerên HDP'ê hatin girtin, me li Ewropayê helwesta xwe nîşan da. Em ê vê yekê jî ragihînin Konseya Ewropayê. Em ê vê bêhiqûqîtiyê têxin rojevê."    'ÇI HEWCE BE EM Ê BIKIN'    Kamîlagaoglû, anî ziman ku heger kurd bên tepisandin dê dor bê elewiyan jî û got: "Di hilbijartinan de elewî raya xwe didin du partiyan. CHP û HDP. Elewî di hilbijartinan de ji van partiyên siyasî kîjan mexdûr be, alîkariya wê dikin. Bila, HDP di warê elewiyan de neqilqile. Dê elewî heta dawiyê li ber vê neheqiyê rabin. Çi hewce be dê bikin, çi li Tirkiyeyê çi jî li Ewropayê."    ‘EM LI CEM HDP'Ê NE'    Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan (DAD) Mûsa Kûlû jî diyar kir ku îqtidara AKP'ê 20 sal in Tirkiyeyê bi senteza tirk-îslamê ber bi aloziyeke mezin ve biriye û êrîşên li ser HDP'ê hî girêdayî polîtîkayên înkar û tunekirinê ne. Kûlû, destîşan kir ku heger HDP bê girtin, dê demokrasiya welêt ji navê bê rakirin û got: "Berê jî nêzî 10 partî hatin girtin. Dewlet jî, pergal jî û em jî baş dizanin ev ne çare ye. Weî parastina maf û heqîqetê, azadî û aştiyê, berpirsiyariya me ya parastina partiyên siyasî jî heye. HDP, dengê mazlûm û kedakara ye. Divê em li cem wê bin. Dixwazim diyar bikim ku em vî tiştî qethiyen qebûl nakin û em ê paş de gav neavêjin. Girtina partiyeke siyasî, tê wateya ku ew welêt ber bi aloziyê ve diçe. Tê wateya ku dê welêt bibe wekî Sûriye, Iraq û Lîbyayê. Wisa difikirim ku dê tu elewî bêdegn nemînin."    ‘HDP, NE BI TENÊ YE'    Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan Celal Firat jî, anî ziman ku HDP ji bo demokrasiya Tirkiyeyê wateyeke mezin e û êrîşên îqtidara AKP'ê yên li hemberî HDP'ê wekî zilmê bi nav kir. Firat, bilêv kir ku divê tevahiya welê li hemberî van pêkanînan helwesta xwe bide der û got: "Em her tim li dijî zaliman, li cem mazlûman e. Em mecbûr in, xwedî helwesteke wekî ya Pîr Sûltan bin. HDP, gel e. Em elewî, tevî hemû pêkhateyên xwe li cem HDP'ê ne."