Li Şaredariya AKP’ê destûra bêmetod 2021-07-02 11:03:11   MÊRDÎN - TMMOB’ê destûrnameyên bêmetod ên ku ji aliyê Şaredariya Artûklû ya AKP’yî ve hatin belavkirin yek bi yek tespît kirin û kir rapor. Di raporê de bêmetodî û bertîlxarin li pey hev hatine rêzkirin.    Şaredariya Naveçya Artûklû ya Mêrdînê ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye bi kirinên xwe yên neqanûnî û bertîlê ji rojevê dernakeve. Şaredariya AKP’yî destûrnameyên înşatan ku li dijî qanûnan û bêmetod daye kesan hatin tespîtkirin. Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) a Mêrdînê têkildarî kirinên bêmetod û bertîlên li Şaredariya Artûklû wek rapor amade kir. Li ser serlêdana endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî rapor hat amadekirin lê bi raya giştî re nehat parvekirin. Ajansa me xwe gihand raporê û hûrguliyên balkêş di raporê de hene. Miduriyeta Daîreya Îmarê û Bajarvaniyê ya Şaredariya Artûklû li bajêr ji bo gelek înşatan destûrname amade kir û hat destnîşankirin ku bajêr ne li gorî pilana îmarê ku hatiye erêkirinê ye.    ŞAREDARÎ BERSIV NADE TMMOB’Ê    Desteya TMMOB’ê ya Mêrdînê ji şaredariyê derbarê destûrnameyan de agahî û belgeyan xwest lê şaredariyê bersivan nedaye. TMMOB ji meha nîsanê ve li benda bersiva şaredariyê ye.    Desteyên Koordînasyona TMMOB’ê yên Mêrdîn û Amedê li Mêrdînê di 28’ê Nîsanê de daxuyanî dabûn û destnîşan kiribûn ku ew ê derbarê van bêmetdoiyan û bertîlan de gilî bikin. Lê bi hêceta şaredariyê bersiva wan nedaye nikarin serlêdan bikin.    MA / Ahmet Kanbal