Li Girtîgehên Amedê 8 girtî hatin sewqkirin 2021-07-02 11:22:36   AMED - Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D û Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an, 8 girtî sewqî hin girtîgehên din hatin kirin.    Hat zanîn ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D û Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an, gelek girtî sewqî hin girtîgehên din hatine kirin. Li gorî agahiyên ku me ji Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) bi dest xistin, di 30’ê hezîran û 1’ê tîrmehê de 8 girtî sewqî Girtîgehên Edene, Kirikkale û Xarpêtê hatine kirin.    Hat diyarkirin ku ji girtiyan Ferhat Kaya û Abdulsittar Ozer ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D, Ahmet Kaya jî ji Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an, sewqî Girtîgeha Kurkuçulera Edeneyê ya Tîpa F hatine kirin, Emrah Dûrmaz û Tarik Aslan ji Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an, sewqî Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F hatiye kirin. Kendal Barût ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D sewqî Girtîgeha Xarpêtê, Cengîz Kazici û girtiyên bi navê Firat ku paşnavê wî nehat hînbûn jî ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D sewqî Girtîgehên Edeneyê û Kirikkaleyê hatine kirin.    DIBE KU HEJMAR ZÊDE BIBE   Derbarê hêceta sewqan de agahî nehatin girtin. Hat diyarkirin dibe ku hejmara girtiyên ku ji Amedê sewqî girtîgehên cuda hatine kirin zêde bibe.