Danişîna 2’yemîn a Doza Helîkopterê hat taloqkirin 2021-07-02 12:08:10   WAN - Danişîna 2’yemîn a doza derbarê 5 rojnamevanên ku gundiyên li Wanê ji helîkopterê hatin avêtin kirin nûçe, bi hêceta kêmasî bên temamkirin taloqî 21’ê cotmehê hat kirin.    Danişîna 2’yemîn a doza derbarê nûçegîhanên ajansa me Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr û Zeynet Dûrgût, nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala ên piştî nûçeyên 2 welatiyên li Wanê ji helîkopterê hatin avêtin çêkiribûn hatibû vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin.    Di danişînê de nûçegihanên me Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr û parêzerên wan amade bûn. Rojnemavên din hêcet nîşandan û beşdarî danişînê nebûn.    BÎLEN: EM Ê BEDEL BIDIN   Di danişîna dozê ku şandeyeke derbasdar lê nêrî de ewilî rojnamevan Bîlen mafê axaftinê girt. Bîlen bal kişand ser rewşa rojnamevanan a li Tirkiyeyê tenê di nava 5 rojan de ji 50’yan zêdetir rojnamevan hatine darizandin. Bîlen da zanîn ku kesên ku rastiyê derdixin holê tên cezakirin û wiha got: “Em jî ji bo rastî derkeve holê çi bedel hebe em ê bidin.”   MÎNAKA ROJNAMEVANIYÊ   Rojnamevan Cemîl Ûgûr jî bi bîr xist ku bûyera avêtina welatiyan a ji helîkopterê derxistin holê û destnîşan kir ku nûçeya nivîsandin li gorî fikrên xwe ne nivîsandiye. Ûgûr bi lêv kir ku nûçe bi beyanên şahidan derxistin holê û ev mînaka rojnamevaniyê ye.    PARASTINA PARÊZERAN   Parêzer Erselan Aktan diyar kir ku dozger û şandeya dadgehê avêtina welatiyan a ji helîkopterê bi nûçeya hat çêkirin agahdar bû.    Parêzer Ekîn Yeter jî anî ziman ku di çarçoveya dosyayê de tu sûc nehatine dîtin û bi lêv kir ku rojnamevanên mûxalîf di bin gefê de ne. Yeter destnîşan kir ku bi dozê mafê agahdarkirina mirovan tê astengkirin û destnîşan kir ku nûçeyên di Ajansa Mezopotamya (MA) û Jinnewsê de tên weşandin weke sûc bê qebûlkirin ne hiqûqî ye. Yeter, xwest ku kemasiyên dosyayê bên temamkirin û bergiriyên şertê kontrola edlî yên ser muwekkîla wî Zeynep Dûrgût û rojnamevanên din were rakirin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Şandeya Dadgehê, şertê îmzeyê ya 3 rojan a rojnamevan Dûrgûtê rakir daxist mehê carekê. Dadgehê xwest ku têkildarî lêpirsîna li Enqereyê ya derbarê Nazan Sala de tê birêvebirin agahî bên girtin û bi hêceta ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin danişîn taloqî 21’ê cotmehê kir.