Dosyayên Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek 2021-07-02 13:58:03   MELETÎ - Dosyaya doza Sebahat Tuncel û Gulten Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re kirin yek.    Danişîna 12’emîn a doza ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” derbarê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya serdema beriya niha Gultan Kişanak û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a serdema beriya niha Sebahat Tûncel de hatiye vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin.    Kışanak, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê û Sebahat Tûncel jî ji Girtîgeha Sîncanê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Parêzerên wan Cîhan Aydin, Mehmet Emîn Aktar û Mesût Beştaş jî ji Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Şandeya dadgehê, biryar da ku dosya Tûncel û Kişanak bi dosyaya Doza Kobanê re bê yekkirin.