Kaçmaz xwest ku binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panosê bên lêkolînkirin 2021-07-02 15:16:45   ENQERE - Parlementerê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, bi daxwaza lêkolînkirina binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê daxwaznameyek da Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, têkildarî binpêkirinên mafan ên jinên li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L, daxwazname da Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê ku ew jî endamê wê ye. Di daxwaznameyê de binpêkirinên mafan ên girtiyan bi rêya malbatên xwe parve kirine yên weke girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê, li girtîgehê bijîşk tune ye, ava ji muslixan tê bêhna pîs jê tê û ji ber vê yekê gelek girtî bi jehr ketine cih digirin. Kaçmaz di daxwaznameyê de diyar kir ku ligel teşxîsa ku girtî “ji ber avê bi jehrê ketine” hatiye danîn jî rêveberiya girtîgehê tiştek nekiriye.    Kaçmaz da zanîn ku gardiyanan di 23’yê hezîranê de girtiyên jin derbkirine û wiha got: “Li gorî agahiyên hatine ber destê me, gardiyanan êrişî jinên girtî kirine û di vê navberê de jinek giran birîndar bûye.” Kaçmaz di berdewama daxwaznameyê cih da van agahiyan: “Di Serdema Qanûnçêkirinê ya 27’emîn a Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê de, ji 1’ê kanûna 2020’an ve 6 hezar û 414 serlêdan hatine kirin. Ji van 5 hezar 49 têkildarî serlêdanên girtîgehan e.” Kaçmaz, di daxwaznameyê de xwest ku Jêrkomîsyona Lêkolînê ya Girtîgeha binpêkirinên mafan ên girtîgehan di cih de lêkolîn bike.