Li Rihayê 9 kes hatin girtin 2021-07-02 18:44:22   RIHA - Li Rihayê ji kesên ku di 15-25'ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin, 9 kes jê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.    Li navçeya Pirsûs û Wêranşarê yên Rihayê û li Mêrdînê 10 kes di navbera 15 û 25'ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin îro sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin.    Dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" Hamdûllah Ozkiran, Mahmût Parsak, Îbrahîm Basiyan, Mahsûm Temel, Mahsûm Demîr, Mehmet Salîh Elîş, Murşît Arslan, Osman Başkût û Şahîn Basiyan sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kir û xwest bên girtin. Dadgeriyê jî wan girt û ew şandin Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T'yê.   Her wiha Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Cengîz Temmellî jî ku di çarçoveya heman dosyeyê de hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Mîkaîl Akgobek, Abdûllah Basîyan, Abdûrrahman Mûtlû, Mûstafa Başkût û Orhan Demîrcan jî di navbera 25 û 29'ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Hejmara kesên ji ber heman dosyeyê hatine girtin bû 14.