Kurê Surmî Înceyê: Bersûc hat xelatkirin 2021-07-02 20:00:45   COLEMÊRG - Dadgehê tenê 3 sal û 10 meh ceza li bersûcê Surmî Înceyê birî. Kurê Înceyê Parêzer Bunyamîn Înce bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: "Kujer hat xelatkirin, dê têkoşîna me bidome."    Di 18'ê Tîrmeha 2018'an de li bajaroka Buyukçîftlikê ya Gever a Colemêrgê, Surmî Înce (55) gava xwarin ji zarokên xwe yên ku giya didirûtin re dibir, ji aliyê eskeran ve hatibû kuştin. Derbarê çawîşê pispor Alî Dalgiran de doz hatibû vekirin. Îro di danişîna dozê ya 7'an li Dadgeha Cezayê Giran a Gever hat lidarxistin. Dadgehê tenê 3 sal û 10 meh ceza li bersûc çawîşê pispor Alî Dalgiran birî.   Biryara dadgehê bi daxuaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.    Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û parêzerên ji Wan û Stenbolê hatibûn, li odeya Tahir Elçî ya li Edliyeya Geverê daxuyaniyek dan çapemeniyê.    'EM QEBÛL NAKIN'    Di daxuyaniyê de kurê Surmî Înce Parêzer Bunyamîn Înce axivî. Înce, diyar kir ku 5 sal in ji bo lêpirsîneke çalak li ber xwe dane û got: "Mixabin heyeta dadgehê daxwazên me bê hincet red dike. Herî dawî jî polîtîkaya bê cezatiyê pêk anî. Sûcdar nehat cezakirin hat xelatkirin. Sûcdar cardin destên xwe ji me re li ba kir, gef li me xwarin û çû mala xwe. Em vê dozê qebûl nakin. Qismek dosyeya me li ber Dadgeha Qanûna Bilind e. Heger biryara binpêkirinê bê dayîn, em wisa bawer dikin dê biryarek bê dayîn. Em hewil didin dosyeyê ji serî heta binî zînde bikin. Dê têkoşîna me bidome."    Hevjînê Surmî Încey Hasan Înce jî got: "Tişta anîn serê me komplo bû. Em ji roja ewil de doza edaletê dikin û em ê tim doza edaletê bikin."