Qutkirina ava gundan di rojeva Meclîsê de ye 2021-07-03 11:08:11   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca qutkirina ava gundên li Êlihê bir rojeva Meclîsê û got ji ber nebûna avê bi hezaran gundî bi xetereya nexweşînan re rûbirû mane.    Li gundên Zîlan, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskut, Holê, bajaroka Kaniyahenê û gelek gundên din ku bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve ne ji 23’ê hezîranê ve bêav mane. DEDAŞ’ê bi hêceta ku “deynê ceryana avê nayê razandin” ceryana dînamoyên van gundan birriye û 11 roj in bi hezaran welatî li van gundan bêav mane.     Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca birrîna ceryana dînamoyên ava gundan bir rojeva Meclîsê. Ûca bi daxwaza ku Wezîrê Bajarvaniyê û Hawirdorê Mûrat Kûrûm pêşniyazpirsa wê bibersivîne pêşniyazpirs da Meclîsê. Ûca di pêşniyazpirsa xwe de ji ber birrîna ceryanê qutbûna avê bi bîr dixe.    XETEREYA NEXWEŞÎNAN HEYE    Di pêşniyazpirsa Ûca de hat destnîşankirin ku piştî birrîna ceryanê bi hezaran welatî li gundan bêav maye û wiha got: “Xelkê gundan bi rojane bi traktoran diçe ji Çemê Êlihê û qenala avê ya DSÎ’yê pêdiviyên xwe avê dabîn dike. Ji ber ku ava çem û qenalê ne paqij e, zarok nexweş ketine û mezin jî bi nexweşînên re rûbirû mane. Ev rewşek xetere ye.”   GELO XEBAT HATINE DESTPÊKIRIN?    Ûca van pirsan ji wezîr Mûrat Kûrûm pirsî:    “* 9 roj in bi hezaran însan bêav maye, gelo ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tu xebatên we hene?    * Ji bo dabînkirina avê ya xelkê berpirsiyariya saziyên dewletê ye, ravekirina ji ber deynê ceryanê qutkirina avê çi ye?    * Tevî ku bêavî dibe sedema nexweşînan jî gelo bi rojane xebatek ku ev pirsgirêk were çareserkirin nehatiye kirin sedema wê çi ye?    * Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya li Êlihê tu xebatek we daye destpêkirin heye? Heke xebatên we hebin çi ne?”