Girtiyê nexweş Hakki Turgay nayê dermankirin 2021-07-03 15:17:03   STENBOL - Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê diyar kir ku tedawiya girtiyê nexweş Hakki Turgay nayê kirin û xwestin li tavilê were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 848’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Ji ber Kovîd-19’ê çalakî bi rêya onlinê hat lidarxistin û vê hefteyê hat xwestin girtiyê nexweş Hakki Turgay were berdan.    Endamê Komîsyonê parêzer Davût Arslan axivî û bal kişand ser rewşa Turgay û got ji ber girtiyên nexweş nayên dermankirin jiyana wan bi xetereyê re rûbirû maye. Arslan destnîşan kir ku Turgay li Girtîgeha Bandirmayê ya Balikesîrê tê ragirtin û ji ber wî qezaya trafîkê kiriye bin hestiyê çoka wî îltîhab girtiye û tevî ku rapora wî heye jî dermankirina wî tê astengkirin. Arslan got her ku diçe rewşa Turgay giran dibe û xwest Turgay û hemû girtiyên nexweş li tavilê werin berdan.