Di qawîşa girtiyan de fîşek hat dîtin 2021-07-04 09:04:05   RIHA - Baran Eman ku di Girtîgeha Amedê ya Tîpa F'yê de ye, ragihand ku li qawîşa wan fîşek hatiye dîtin.    Baran Eman (22) ku di sala 2016'an de dema qedexeya derketina derveya a li navçeya Nisêbînê hatiye girtin û 35 sal û 10 meh ceza lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Amedê ya Tîpa F'yê de ye, di 1'ê Tîrmehê de telefonî malbata xwe kir. Eman, ragihand ku li qawîşa wan fîşek hatiye dîtin.    Dê û bav Mehmet (53) û Zahîde Eman (45) ku li navçeya Pirsûs a Rihayê dimînin, xwestin tiliya kê di vê de hebe bê aşkerekirin.    Bav Eman, anî ziman ku kurê wî Baran Eman gava çûye Nisêbînê cem hevalê xwe hatiye girtin û piştî girtîgehên Nisêbîn, Mêrdîn û Midyadê sewqî Girtîgeha Amedê hatiye kirin. Eman, destnîşan kir ku zext û zoriyên li girtîgehê zêde bûne û got: "Bi kêfî gelek caran cezayê hucreyê lê birîn. Kurm di xwarina wan de derket. Gava li korîdorê meşiyaye, bi hinceta destên xwe hejandiye û destên xwe xistiye berîka xwe, derbarê wî de lêpirsîn dan destpêkirin. Herî dawî jî li qawîşa wan fîşek hatiye dîtin. Di 1'ê Tîrmehê de telefon kir, got li qawîşa wan fîşek hatiye dîtin. Ew fîşek çawa ketiye qawîşa wan?"    ‘KURÊ MIN GOT ME FÎŞEK DÎT'    Eman, destnîşan kir ku ji ber vê fikar li wan çêbûne û got: "Kurê min got, me li qawîşê fîşekek dîtiye. Gava wisa got, min tiştek negot. Ev çi ye? Divê aşkere bikin. Piştî girtiyan fîşek dîtiye, zabitname hatiye amadekirin. Dozger jî derpêş kiriye ku fîşek ji ber çekeke li derve hatiye şixulandin ketiye hundir. Kurê min negot me qewana vala dîtiye, got me fîşek dîtiye."    ‘EM Ê GILÎ BIKIN'    Eman, bi bîr xist girtîgeh, girtîgeheke bilind e û got: "Heger fîşeka çekeke li derve hatibe şixulandin ketibû qawîşa kurê min, nexwe bila ji wir re nebêjin girtîgeha bilind. Dev ji bilindahiya wê berde, dêmeg ew der qet ne cihekî ewle ye jî. Kî ew fîşek xistibe wê qawîşê divê bê dîtin û bê cezakirin. Em ê bişopînin. Em ê gilî bikin. Ji bo careke din tiştekî wiha nebe, divê tevdîr bên girtin. Hevala min piştî bi vê hesiya, xewnên nexweş dibîne. Heqê kesî tune tiştên wiha bîne serê me."    ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Eman, bibîr xist ku li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 220'emîn de ne û got: "Çalakiyeke dorveger e, hêvîdar im veneguhere tiştek din. Ji lew re me berê jî dîtin. Kurê min di sala 2018'an de 135 rojan di grevê de ma û di çalakiya greva birçîbûnê ya di 27'ê Mijdara 2020'î de dest pê kir jî, di nav koma ewil de bû. Em veguherandine civateke mirovan a bedbext. Piraniya civakê bedbext e. Divê ev pêkanînên kêfî bi dawî bibin. Belê, zarokên me girtî ne, lê mafên wan jî hene û divê ev maf pêk bên. Em ê nehêlin bi vî awayî zarokên me bieciqînin. Em ê dengê xwe bilind bikin."    ‘EM QEBÛL NAKIN'    Eman, destnîşan kir ku dê bêhiqûqîtiyên li dijî girtiyan û malbatên wan qebûl nekin û got: "Em ê hem li hundir hem jî li derve tim bitêkoşin."    DAYIK: DAXWAZÊN KURÊN MIN DAXWAZÊN MIN IN    Dayik Zahîde Eman (45) bibîr xist ku gava kurê wê hatiye girtin hatiye îşkencekirin û got: "Kurê min xistibûn halekî wisa, me ew nas nekir. Bi şev û biroj ew îşkence kirin. Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa F'yê sûcên li hemberî mirovahiyê tên kirin. Tecrîd heye û em doza edaletê dikin. fîşek xistine qawîşa kurê min. Ev nîşana ku bi mirinê gefê li wan dixwin. Ji roja ku min bihîstiye xew bi çavê min nakeveî nikarim tiştekî bixwim. Divê wisa nedome, bila her kes bibe yek. Kurê min cara dudoyan e ketye greva birçîbûnê. Daxwazên wî daxwazên min in jî. Ez li pişta kurê xwe me. Dê nikaribin vîna kurê min û hevalên wî bişikînin."    Têkildarî mijara me telefonî girtîgehê kir. Personelê axivî, diyar kir ku haya wî ji vê meseleyê tune ye û ji ber ku dawiya hefteyê ye rayedar ne li girtîgehê ne.    MA / Emrûllah Acar