Malbata Şenyaşar: Îbrahîm Yildiz li Rihayê digere 2021-07-04 11:39:29   RIHA - Malbata Şenyaşar ku lêgerîna xwe ya edaletê didomîne peyameke wiha parve kir: “Derbarê Îbrahîm Yildiz de biryara girtinê heye lê 3 sal in di nava Rihayê de bi awayekî rihet digere.”   Çalakiya ku Malbata Şenyaşar bi daxwaza ‘edaletê’ li pêş Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 118’emîn de didome.   Malbata Şenyaşar ku çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne, li ser hesabê xwe ya twîtterê ligel wêneyên Enver Yildiz ê piştî êrişê 18 mehan bi parazvanan re li Edliyeya Rihayê teslîm bû û Îbrahîm Yildiz ê 3 sal in derbarê wî de biryara girtine heye û nayê girtin ev peyam parve kir: “Tirkiye welatê demokrasiyê û azadiyê ye. Yê dixwaze karê xwe qayîm dike û diçe teslîm dibe (Enver Yildiz). Derbarê Îbrahîm Yildiz de biryara girtinê heye lê 3 sal in di nava Rihayê de bi awayekî rihet digere. (Li pişt wî mamê wî yê parlamenter heye.)”