Meleyê di bin çavan de rakirin nexweşxaneyê 2021-07-04 13:50:19   STENBOL - Rêveberê DÎAY-DER’ê Alî Fûat Hatîpoglû ku duh di operasyona li dijî meleyan de hatibû binçavkirin, bigumana qeyrana dil rakirin nexweşxaneyê.    Di çarçoveya lepîrsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da destpêkirin de polîsan duh bi awayekî hemwext operasyon li dar xistibûn û Serokê Komeleya Alimên Olî (DÎAY-DER) Ekrem Baran û Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mehmet Nas jî di nav de 28 kesî  binçav kiribûn.    Hat diyarkirin ku rêveberê DÎAY-DER’ê Alî Fûat Hatîpoglû ku duh li mala xwe hatibû binçavkirin û pişt re biribûn Fermandariya Cendermeyan a Stenbolê, bi gumana qeyrana dil rakirine nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku Hatîpoglû yê di saetên serê sibê de rewşa wî xerab bû li nexweşxaneya ku rakirinê tê dermankirin.    Li gorî agahiyên me bi dest xistin, temenê temamê kesên di bin çavan de di ser 70 salan de ye û di nezaretê de pirsgirêkên tenduristiyê yên Mele Xalit Bûlût ê 82 salî jî hene. Ji ber biryara veşartî ya li ser dosyayê hêceta binçavkirinan nehat zanîn. Piştî sînordarkirina 24 saetan parêzeran bi kesên di bin çavan re dest bi hevdîtinê kirin. Hat diyarkirin ku kirariyên îfadeyan jî wê sibê dest pê bikin.