Muxalefet dengê xwe li dijî Tifaqa Cûmhûr zêde dike 2021-07-04 14:12:36   STENBOL - Li gorî Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk a Civakî, heke îro hilbijartin pêk were; dê AKP ji sedî 29,3, CHP ji sedî 27, ÎYÎ Partî ji sedî 12,6, HDP ji sedî 11,6 û MHP jî ji sedî 6,5’ê dengan bigire.    Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk a Civakî, bi armanca hînkirina helwesta dengdêran a li hemberî partiyên siyasî di navbera 21-28'ê hezîranê de li seranserê Tirkiyeyê rapirsînek kir. Di çarçoveya rapirsîna ku li bajarên mîna Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene, Agirî, Êlih, Bedlîs, Amed, Dîlok, Qers, Mêrdîn, Mersîn, Riha, Wan, Antalya, Konya, Bûrsa, Mûgla, Samsûn û Artvînê hat kirin de bi awayekî online bi hezar û 8 kesan re ser telefonê hevdîtin hat kirin. Ji sedî 54,6 kesên ku tevlî rapirsînê bûn jin bûn û ji sedî 45 kes jî zilam bûn.      DENGÊN MUXALEFETÊ ZÊDE DIBIN   Di rapirsînê de ji hilbijêran hatiye pirsîn ku heke vê yekşemê hilbijartin hebuya te yê dengê xwe bida kîjan partiyê? Hilbijêran ji sedî 29,3'ê wan gotiye ew ê dengê bidin AKP'ê, ji sedî 27'ê wan gotiye ew ê dengê bidin CHP'ê. ji sedî 12,6'ê wan gotiye ew ê dengê bidin ÎYÎ Partiyê, ji sedî 11.6'ê wan gotiye ew ê dengê bidin jHDP'ê, ji sedî 6,5'ê wan jî gotiye ew ê dengê bidin MHP'ê. Li gorî bersivan ji sedî 7 dengê AKP'ê û ji sedî 1,5 jî dengê MHP'ê kêm bûye û li dijî vê dengên partiyên muxalefetê zêde bûye.      DENGÊ ERDOGAN KÊMM DIBIN   Di rapirsînê de ji bo hilbijartina serokkomariyê jî pirseke wiha ji hilbijêran hatiye kirin: "Heke vê yekşemê hilbijartina serokkomariyê bîna we yê dengê xwe bida kîjan namzetî?". Hilbijêran ji sedî 28’ê wan gotine wê dengê xwe bidin Recep Tayyip Erdoğan, ji sedî 14,6’ê wan gotine wê dengê xwe bidin namzetê partiya xwe, ji sedî 13,7’ê wan gotine wê dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglû, ji sedî 10,6’ê wan gotine wê dengê xwe bidin Ekrem Îmamoglû, ji sedî 7,3’ê wan gotine wê dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş û ji sedî 6,3’ê wan gotine wê dengê xwe bidin Meral Akşener. Balkêş e ji sedî 13 dengê Erdogan kêm bûne.