Li Amedê 54 kes hatin girtin 2021-07-04 14:57:40   AMED - Jê 73 kesên ku bi lîstika îstixbaratê di operasyona bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” de li Amedê hatibûn binçavkirin 54 kes ji wan hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê-narkoyê” da destpêkirin de Fermandariya Cendermeyan a Amedê di 26’ê gulan û 21’ê hezîranê de du operasyonên cuda dabû destpêkirin. Di operasyona ewil a 26’ê gulanê de ji 34 kesan 33 kes hatibûn girtin. Di 21’ê hezîranê de jî li dijî 105 kesan, navenda wê Amed li Stenbol, Enqere, Edene û Aydinê polis û leşkeran bi ser sedan malan de girtibûn û 73 kes binçav kiribûn.    Ev lêpirsîn li ser agahdarkirina kesê bi navê Mehmet Şah Bozkûş hatibû destpêkirin. Bazkûş girtî bûye û roja ku hatiye berdan careke din hatiye binçavkirin. Hat îdiakirin ku Bozkûş bi arastekirina parêzer A.B. yê li Baroya Amedê qeyd kirî îfade daye û li ser îfadeyên ku wî daye Serdozgeriya Komarê ya Amedê ev lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Ji van 73 kesên ku ji navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê hatibûn binçavkirin û li Fermandariya Cendermeyan a Amedê dihatin ragirtin 63 kes ji wan duh derxistin edliyeyê. Ji 63 kesên ku jin, pîr û kesên nexweş jî di nav wan de hene piştî wergirtina îfadeya dozgeriyê kesek hat berdan.    Dozgeriyê 58 kes bi daxwaza girtinê, 4 kes jî bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî sewqî dadgehê kirin. Ji 58 kesên ku sewqî Dadgeha Cezayê ya Sûlhê bûn 4 kes ji wan bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Dadgehê, li her çar kesên ku ji ber nexweş û temenê wan ê mezin berda jî cezayê hefsa malê birî û 54 kesên din jî girtin.