ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'AN 2021-07-05 09:00:20 * Birayê Serokê Bajar ê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ku di ser qetilkirina wî re 30 sal derbas bûn Veysî Aydin, diyar kir ku wê îro dosya kekê wî ji ber demboriyê bikeve û got ku faîlê Vedar dewlet e. * Di dîmenên ku li navçeya dîrokî ya Sûrê ji hewa ve hatine kişandin de avahiyên ku li taxên 5 sal in têketine wan qedexe ye hatine çêkirin dişibin girtîgehan. Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Ferîd Kahraman, diyar kir ku avahiyên hatine çêkirin qopiyên hev in û ev jî nîşaneya zihniyeta tekperestiyê ye.    * Birayê Serokê Bajar ê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ku di ser qetilkirina wî re 30 sal derbas bûn Veysî Aydin, diyar kir ku wê îro dosya kekê wî ji ber demboriyê bikeve û got ku faîlê Vedar dewlet e.   * Polîsan ku sîxurtî li Hevserokê HDP'ê yê Bêrecûkê ferz kirin, gef lê xwarin û jê re gotin: "Em ê nehêlin tu xwe tev jî bidî. Heya em hebin tu yê nikaribî bi rihetî tevbigerî."    * Hevserokê MATÛHAY-DER'ê Nesîm Ozkan, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji ber ku li dijî tarîtiya netew-dewletê ronahiyê diparêze hedef hatiye girtin û tecrîda li ser wî tê girankirin. Ozkan ku got "Em civak, me xwe ker kiriye" bertek nîşanî bêdengiyê da.    *  Li Westanê jinên ku hem li nav erdan hem jî li malê dixebitin, diyar kirin ku rojê 12 saetan dixebitin lê heqdesta wan 65 TL ye. Jinan, destnîşan kirin ku nikarin bi vî pereyî debara xwe bikin.    * Serdana KCD'ê û DBP'ê ya li Çewligê berdewam dike. (10.00-19.00)   * HDP ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû wê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê Nobeta Edaletê bigire. (11.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar wê bi beşdariya nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê wê têkildarî tecrîd û greva birçîbûnê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)    * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 119'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.