‘Ji ber ku Ocalan li dijî tarîtiyê ronahiyê diparêze, tecrîd kûr dibe' 2021-07-05 09:01:56 STENBOL - Hevserokê MATÛHAY-DER'ê Nesîm Ozkan, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji ber ku li dijî tarîtiya netew-dewletê ronahiyê diparêze hedef hatiye girtin û tecrîda li ser wî tê girankirin. Ozkan ku got "Em civak, me xwe ker kiriye" bertek nîşanî bêdengiyê da.  Li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîdeke girankirî de dimîne. Ji 27'ê Mijdara 2020'î ve jî li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorvger ên li dijî vê tecrîdê didomin.    RONAHÎ LI DIJÎ TARÎTIYÊ    Hevserokê Komeleya Piştevaniyê ya Ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATÛHAY-DER) Nesîm Ozkan, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan nirxandin.   Ozkan, anî ziman ku tu hêleke hiqûqî û ehlaqî ya tecrîdê tune ye û got: "Lê dîsa jî Birêz Ocalan civakê ronî dike. Gel, hêzê ji felsefeya Birêz Ocalan digire. Netew-dewlet pêşengekî ku li dijî tarîtiyê ronahiyê diparêze qebûl nakin. Ji lew re mirina mirovan ne xema netew-dewletan e, xema wan îqtidara wan e. Ocalan, lîstika van hêzan pûç kir. Ji ber ku ev yek bi kêrî Modernîteya Kapîtalîst nayê, tecrîdê giran dike."    ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Ozkan, bilêv kir ku girtî bi çalakiyên xwe yên greva birçîbûnê hem peyamê didin deletê hem jî didin gelên Tirkiyeyê û got: "Girtî vê peyamê didin; 'Hûn tecrîda li ser Birêz Ocalan dibînin, lê hûn bi berpirsiyarî tevnagerin. Ev berpirsiyarî dikeve ser milê we. Lê ji ber ku hûn vê berpirsiyariyê bi cî naynin, em li vir ji bêgavî dikevin grevên birçîbûnê.' Çalakiya girtiyan, ne di rojeva piraniya civakê de ye. Lê divê tecrîd bibe rojeva tevahiya civakê. Em civak, me xwe ker kiriye. Heger bihata bihîstin, dê bûbûna dengê girtiyên ku 221 roj in di greva birçîbûnê de ne."     Ozkan, destnîşan kir ku divê civak berpirsiyariya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê bi cî bîne.    MA / Ferhat Çelîk