'Cînayeta Dewletê’ bi demê re hat xistin! 2021-07-05 09:01:58 AMED - Birayê Serokê Bajar ê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ku di ser qetilkirina wî re 30 sal derbas bûn Veysî Aydin, diyar kir ku wê îro dosya kekê wî ji ber demboriyê bikeve û got ku faîlê Vedar dewlet e.  Di ser qetilkirina Serokê Bajar ê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji mala xwe hat revandin û piştî 2 rojan cenazeyê wî li navçeya Medenê ya Xarpêtê li binî pirekê hat dîtin re 30 sal derbas bûn. Lê rexmî ewqas dem jî faîlên wî nehatin dîtin. Dosyaya cînayeta Aydin ku weke dosya yekemîn a faîlên meçhûl ên salên 1990’î tê zanîn ji ber demboriyê wê îro bikeve. Birayê Aydin Veysî Aydin derbarê cinayet û têkoşîna mafê mirovan a kekê xwe ku di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    MILÎTANÊ BÊTIRS    Aydin, diyar kir ku piştî kuştina Mahîr Çayan û hevalên wî eleqeya kekê wî ji bo rêxistinên çepgir çêbûye, dema lîseyê timik li ser nasnameya kurdî lêkolînan kiriye û bi rêya rojnameyan rojevê şopandiye û wiha got: “Timik rojnameya dixwend û arşîv dikir. Wêneyên Mahîr Çayan û hevalên wî arşîv dikir. Wê demê em biçûk û me fêm nedikir. Piştre em hîn bûn ku Vedat şoreşger e. Di salên 20 saliya xwe de li ser navê Komeleya Kurd, Demokratîk û Şoreşger (DDKD) dixebitî. Mehek piştî darbeya leşkerî ya 1980’yî Vedat hat girtin. 4 salan di Girtîgeha Amedê de ma. Qet ji bîr nakim; dema ku di hevdîtinê de bi me re kurdî axivî em matmayî man. Li cihêkê axaftina kurdî  dibû sedema lêdanê axaftina bi kurdî ya Vedat me matmayî hişt. Vedat ji me re got, ‘Netirsin, wan destûr nedaye me ku em bi kurdî axivin. Me li ber xwe da û mafê xwe girt’. Piştî berdana xwe jî kekê min xebatên xwe domand. Milîtanek bêtirs bû.”   TÊKOŞÎNA AYDIN   Derbarê têkoşîna kekê xwe de Aydin, da zanîn ku kekê wî di nav gel de hatiye hezkirin û moral û bawerî daye civakê û ev tişt got: “Kekê min di sala 1988’an de di mitînga ku ji bo Komkujiya Helepçeyê li Amedê de hat kirin de dewletê kekê min nas kir. Dewletê wî ji bo gelê kurd çavkaniya moral û ji bo xwe jî weke gef dît. Piştî axaftina xwe ya bi kurdî ya Kongreya ÎHD’ê ya di sala 1990’î de hat girtin. Berî ku biçe kongreyê ji me re got, ‘Ez ê bi kurdî biaxivim û îhtîmaleke mezin wê min bigirin, bila haya we jê hebe’. Wê demê hemû televîzyonan vê rewşê weke “çawa çêdibe li paytexa Tirkiyeyê bi zimanekî nayê zanîn tê axaftin” dabûn. Li dadgehê jî parastina xwe bi kurdî kir. Ev parastina weke “zimanê nayê zanîn” derbasî giretekan bû. Piştî 3 mehan hat berdan.”   Aydin, anî ziman ku gava birayê wî bûye Serokê HEP'a Amedê tim ji wan re gotiye "Dê di vê heyamê de êrîş zêde bibin, bila her kes hay ji xwe hebe. Gava me bibin, dibe ku em bi saxî venegerin. Bi esker û polîsan re nerin cihekî." Aydin, gotina birayê xwe bibîr xist ku gotibû "Dê mirina min ne mirineke asayî be" û got: "Dîsa jî bi wan re çû. Wî her tişt dabû ber çavê xwe û wisa çû. Te digot qey zanibû dê çi bê serê wî."    ZÛZÛKA VEŞARTIN   Aydin, bilêv kir ku piştî ku birayê wî hatiye binçavkirin serî li gelek deveran dane û tim ji wan re gotine "em nizanin, ne li cem me ye, em vedikolin." Aydin got: "Di 7'ê Tîrmehê de gotin cenazeyek li Madenê hatiye dîtin. Em gelek kes çûn Madenê. Wêneyê Vedat li ser rojnameyekê bû û li ber cendirmeyan bû. Di rojnameyan de tê weşandin û dewlet nabêje min ew dîtiye. Em çûn Edliyeya Madenê. Kincên Vedat rê me dan û gotin 'Ev kinc ên wî ne? Li ser cenaze nasname tune bû û me ew defin kir.' A rast zûzûka wekî birevînin defin kiribûn. Peyama 'me ji bo bekaya dewletê kiriye' dan. Ew îşkence kiribûn."    'KIRYAR DEWLET E'    Aydin, anî ziman ku birayê wî bûye qurbanê cinayetên kiryar nediyar û kiryarê wî dewlet e. Aydin got: "Dewlet, tiştên ku bi xwe nake, bi kesên tarî dike. Bi dewleta kûr dide kirin. Piştî salan endamên JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan û Cem Ersever li xwe mikur hatin û gotin." Aydin, destnîşan kir ku çendî ku Aygan li xwe mikur hatiye jî bûyer nehatiye zelalkirin û got: "Dewlet lêpirsînê nake, ji lew re wê bi xwe kiriye. Li gor dewletê dibe ku kuştina Vedat kuştineke kiryar nediyar be, lê ji bo me kiryar diyar e."    Aydin, anî ziman ku berpirsiyarên bûyerê serokwezîrên wê demê Suleyman Demîrel û Mesût Yilmaz in û got: "Ev cinayet bi destê serfermandarên wê demê hat kirin. Di nav dewletê de kesên tarî hebûn, lê ev kes girêdayî serfermandariyê bûn. Ji bo van bûyeran tiştek nekirin, nexwe wan bi xwe destûra vê daye."    Aydin, bilêv kir ku wê demê Huseyîn Kocadag (midûrê polîsan ê wê demê) gotiye bûyerê vedikole û got: "Lê pirsên pir ecêb û tu eleqeya wê bi bûyerê tuenbûn dipirsî. Car carinan jî gef li me dixwarin. Piştî bûyera Sûsûrlûkê derket holê ku Kocadag di nav organîzasyona dewlet-mafyayê de ye."    BERPIRSIYARÊN BÛYERÊ    Aydin, diyar kir ku çendî ku hin kes li xwe mikurhatine û hin nav tên zanîn jî lêpirsîn wek xwe maye û kesên navê wan hatine gotin ji holê winda bûne. Aydin got: "Heger kesekî tarî ji nişkave ji holê winda bûbe, nexwe dewletê ew veşartiye. Tê gotin, ê ku Vedat kuştiye Yeşîl bi xwe ye. Ê vê operasyonê bi rê ve biriye jî Cem Ersever e. Abdûlkadîr Aygan li xwe mikur hat û got. Lê niha ew jî nexuyaye. Dê bûyer têkeve ber demboriyê. Êdî tu hêviya me ji edalet û daraza dewletê tune ye."    PIRSGIRÊKA KURDΠ   Aydin, anî ziman ku gava pirsgirêka kurdî bê çareserkirin û dewlet lêborînê bixwaze dê bûyera birayê wî û cinayetên din ên bi vî rengî zelal bibin û got: "Yan na jixwe dewlet kengî bixwaze dikare tetikkêş û kujer bibîne. Heya pirsgirêka kurdî bi awayekî demokratîk neyê çareserkirin, dê tahde, pergalên mafya û çeteyan tim hebin. Heya pirsgirêka kurdî neyê çareserkirin dê ev kes ji holê neyên rakirin û wê dewlet bibe dewleteke çete."    VEDAT AYDIN KÎ YE?    Vedat Aydin, di sala 1953'yan de li gundê Haciya Kurdan ê navçeya Bismil a Amedê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navîn û amadehiyê li Bismilê kuta kiriye. Di sala 1979'an de jî Beşa Wêjeyê ya Enstîtuya Amedê kuta kiriye. Aydin, ji bo li cihê cih bibe şahidê têkoşîna filîstîniyan demekê li Filîstînê maye û di dema derbeya 12'ê Îlona 1980'yî de ji ber xebatên xwe yên DDKD û TOB-DER'ê hatiyye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Aydin 4 salan di Girtîgeha Amedê de maye û bi awayekî dijwar îşkence lê hatiye kirin. Piştî tê berdan tevî hin rewşenbîrên kurd ji bo avakirina ÎHD'ê tevdigere. Di sala 1990'î de di Desteya Rêvebir a ÎHD'a Amedê de ccih digire. Di 28'ê Cotmeha 1990'î de ji ber axaftina xwe ya bi kurdî ya di Desteya Giştî ya ÎHD'ê de tê binçavkirin û paşê tê girtin. Di 19'ê Kanûna 1990'î de di danişîna ewil a dozê de bi kurdî îfadeya xwe dide û beraet dike. Aydin, di dawiya sala 1990'î de dibe serokê ÎHD'a Amedê.    Aydin, di Hezîrana 1991'ê de dibe Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê û ji ber xebatên xwe hedef tê girtin. Aydin, di 5'ê Tîrmeha 1991'ê de nîvê şevê li mala xwe ya li Amedê ji aliyê hin kesên xwe wekî polîsan didin naskirin tê binçavkirin. Piştî binçavkirinê bi du rojan, di 7'ê Tîrmehê de, cenazeyê wî li Madena Xarpêtê di bin pirekê de tê dîtin. Di 10'ê Tîrmehê de beriya merasîma cenazeyê Aydin li Goristana Deriyê Mêrdînê bi sed hezaran kes meşekê li dar dixin. Polîs êrîşê dibin ser meşê û di vê êrîşê de 8 kes jiyana xwe ji dest didin û bi dehan kes jî birîndar dibin.    Ji bo kiryarên Aydin bên dîtin, lêpirsîn tê destpêkirin lê belê tu tişt jê dernayê. PIştî Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê biryara nekarbidestiyê dide, dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê re tê şandin. Dosyeya Aydin 20 salan tê sekinandin. Lê di 3'yê Mijdara 1996'an de bûyera Sûsûrlûkê çêdibe. Piştî vê bûyerê raporek tê amadekirin û tê gotin di nav dewletê de hin çete hene. Dîsa jî pêşketinek rû nade. Berî dosye têkeve ber demboriyê bi demeke kurt, îtirafkarê JÎTEM'ê Abdûlkadîr Aygan, derbarê cinayetê de li xwe mikur tê. Ji ber vê di sala 2011'an de dema demboriyê ya dosyeyê 10 salan tê taloqkirin. Ji ber ku cihê bûyerê Amedê bûye, dosye dewrî Serdozgeriya Komarê ya Amedê tê kirin. Lê belê dê sibê dosyeya derbarê kuştina Aydin de têkeve ber demboriyê.    MA / Ergin Çağlar