Hêzên demokrasiyê: Em mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin 2021-07-05 14:08:34   ENQERE - Hêzên Demokrasiyê li Enqereyê daxuyanî dan û gotin: “Em mafê HDP’ê yê siyasetê diparêzin. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê piştevaniya HDP’ê bikin.”    Li Enqereyê Hêzên Ked û Demokrasiyê bi sernavê “Em Mafê HDP’ê yê Siyasetê Diparêzin” civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û nûnerên 45 sazî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn.    ‘EM LI GEL HDP’Ê NE’    Di civînê de Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan li ser navê Hêzên Demokrasiyê û Kedê daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ji bo demokrasiyê û mafê mirovan mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin û ew serdemek dijwar de derbas dibin û ji bo vê yekê ne girtina HDP’ê dixwazin demokrasî û mafê mirovan li pêş bikeve. Turkdogan anî ziman ku Tirkiye veguheriye zindana muxalîf têde tên hefskirin û binpêkirina mafê mirovan ên giran diqewimin û tê xwestin ku Pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên din bi rêbaza zordariyê were çareserkirin û ev yek rê li ber qetliyam û tundiyê vedike. Turkdogan got heke HDP were girtin wê darbe li siyaseta demokratîk û Tirkiyê were xistin. Turkdogan destnîşan kir ku ew mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin û hemû hêzên demokrasiyê vedixwînin piştevaniya li dijî bêhiqûqiyê.    TENDURISTIYA XELKÊ XERA BÛYE    Sekreterê Yekîtiya Tabîbên Tirk Prof. Dr. Vedat Bûlût jî da zanîn ku li bajarên kurdan tenduristiya xelkê hatiye xerakirin û ew piştevanê HDP’ê ne.    Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan jî diyar kir ku heta ew jiyanek azad biafirînin dê têbikoşin û wê ji girtina partiyan re bêjin na.   Rêveberê Partiya Kedê (EMEP) Fevzî Ayber jî anî ziman ku ew mafê siyasetê yê HDP’ê diparêzin û ew hewldana girtina HDP’ê êrişek li dijî hemû hêzên demokrasiyê dibînin û ji ber vê yekê ew li dijî van êrişên li ser HDP’ê ne.    ‘EV REJÎM NAYÊ REFORMEKIRIN’    Nivîskar Fîkret Başkaya jî axivî û destnîşan kir ku ev rejîm nayê reformekirin û lê guhertina wê gelek hêsan e. Başkaya got tenê ne HDP tevahiya muxalefetê di hedefa êrişan de ye û ji bo HDP neyê girtin her tişt di destê muxalefetê de ye. Başkaya destnîşan kir ku HDP ne bi tenê ye û bi milyonan kes li pey HDP’ê ne û ew ê li dijî hewldana girtina HDP’ê derkevin û xwedî li demokrasiyê derkevin.    BANGA MUXALEFET HEV BIGIRE    Serokê Federasyona 78’an a Şoreşger Ahmet Tellî yê helbestvan jî xwest hemû muxalefet bibe yek û xwedî li HDP’ê derkeve.      SAZIYÊN PIŞTEVANÎ DIDIN HDP’Ê    Navê rêxistin û saziyên civîn li dar xistin wiha ne: “Federasyona Bektaşî Elewî, Federasyona Komeleyên Elewî, Komeleya Çandê ya Elewiyan, Helwdana Azadiya Ramanê ya Enqereyê, Komeleya Li Dijî Darbeyên Leşkerî, Partiya Şoreşger a Yekgirtî, Komeleya Rojnamevanan a Hemdem, Komeleya Hiqûqzanên Hemdem, Komeleya Demokratîk a Elewiyan, Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilat, Koordînasyona Komeleyên Xwecihî ya Demokratîk,  Ji bo Yekîtiyê Demokrasî, Partiya Herêmên Demokratîk, Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger a Karkeran, Federasyona Şoreşgerên 78’an, Federasyona Komeleyên Dersimê, Partiya Karkerên Şoreşger û Sosyalîst, Grûpa Diyalogê, Hewldana Li Dijî Sûcê Ramanê, Partiya Kedê, Partiya Sosyalîstan a Bindest, Partiya Tevgera Kedê, Yekîtiya Ekolojiyê, Malên Gel, Kongreya Demokratîk a Gelan, Weqfa Çandê ya Haci Bektaşî Velî ya Anatoliyê, Platforma Maf û Edaletê, Komeleya Çandê ya Hubyar Sultan Alevî, Komeleya Mafê Mirovan, Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê, Federasyona Komeleyên Xwecihî ya Kizilirmak, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Partiya Kedkarên Sosyalîst, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîst, Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst, Partiya Çep, Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê, Partiya Karkeran a Tirkiyê, Partiya Civakî ya Azadî, Partiya Çep a Kesk, Hewldana Welatî, Hewldana 78’an.”