Dayikên Aştiyê bang kirin ku her kes tevlî daxuyaniya wan a li dijî tecrîdê bibe 2021-07-05 14:45:55   BATMAN - Meclîsa Dayikên Aştiyê bal kişandin ser tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê  û bang kirin ku her kes tevlî daxuyaniya wan a di 10’ê tîrmehê de li dijî tecrîdê li dar bixin bibe.    Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê beriya daxuyaniya di 10’ê tîrmehê de li Parka Ataturk li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dar bixe, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Gelek endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî civînê bûn. Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Şukran Akkurt axivî.    ‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE’   Akkurt, diyar kir ku daxwaza wan qebûlkirina daxwazên girtiyan e û wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan daye destpêkirin ket roja 221’an. Bila tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Êdî em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Kesên xwedî wijdan jî divê ji vê rewşê re bê deng nemînin. Em ê di 10’ê tîrmehê de saet di 16.00’an de li Parka Ataturk daxuyaniyeke girseyî li dar bixin. Em hemû dayikan vedixwînin vê daxuyaniyê. Berî ku mirin çêbibin divê em dengê xwe derxînin. Werin em dest bidin hev û çareseriyekê bibînin. Em bibin dengê girtiyan û tecrîdê bişikînin.”