Polîs ji parlamenter re got: Ka hûn dikarin daxuyaniyê bidin, ka bikin 2021-07-05 16:18:58   COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede û rêveberên HDP’ê xwestin li hemberî grûpa ku tên ber avahiya wan daxuyanî bidin. Di vê navberê de amirek polîsan ji Dede re got “Ka hûn dikarin daxuyaniya çapemeniyê bidin, ka bikin.”    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Colemêrgê li dijî grûpek ku ji xizmên cerdevanan pêk tê û ji 15 rojan carek tê li ber avahiya HDP’ê dixwaze rageşiyê derxe daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin û rêveberên HDP’ê li ber avahiya HDP’ê kom bûn. Beriya daxuyaniyê polîsan kuçeya avahiya HDP’ê dorpêç kirin.    BERIYA DAXUYANIYÊ NÎQAŞ DERKET    Di navbera Dede û amirek polîsan de nîqaş derket. Amirê polîs got “Ez pênc deqîqe şû ve têm.” Dede bertek gotinên polîs da û got: “Qey em koleyên di bin fermana we de ne? Ev axaftinek çawa ye. Terzek çawa ye. Em îradeya vî gelî ne. Ez ne memûrê te me.” Polîsê amir li ser vê yekê wiha got: “Ez jî ne memûrê we me, çii… Ka daxuyaniya çapemeniyê bidin, hûn dikarin, ka bikin.” Vî polîsê ku li hember HDP’iyan benîşt dicût ferman da polîsan ku mudaxile bikin.    ÊRIŞÎ POSTERÊ POYRAZ KIRINE    Piştî nîqaşan HDP’yan daxuyanî da. Hevserokê HDP’a Colemêrgê Lokman Ozdemîr da zanîn ku grûpek bi çavdêriya polîsan tê ber avahiya wan û ev grûp heqaret û çêran li rêveberên partiya wan dike. Ozdemîr anî ziman ku hefteya bihûrî vê grûpa provokatör kevir avêtine avahiya wan û posterê Denîz Poyraz daxistine.    ‘KURÊ WÊ YÊ LI ZAPÊ WINDA BÛYE JI PARTIYA ME DIXWAZE’   Ozdemîr wiha got: “Jinek îdia dike kurê wê hatiye revandin jî di nava grûpê de cih digire. Colemêrg hemû jî dizane ku kurê wê di ava Zapê de winda bûye. Gelê Colemêrgê bi rojan li cenaze geriya ku ji avê derxe. Lê belê ev jin îdia dike ku partiya me lawê wê revandiye û beşdarî van kirinên nehiqûqî dibe. Ev grûp bi zanebûn tînin ber partiya me.”    Rêveberên HDP’ê bi berzkirina dirûşmeyan daxuyaniya xwe bi dawî kir.