Li Girtîgeha Panosê mirineke biguman 2021-07-05 16:35:46   WAN - Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê, girtiyê bi navê Adem Taşdemîr bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.   Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê, girtiyê bi navê Adem Taşdemîr (35) di saetên serê sibehê de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Taşdemîr, di sala 2018'an de ji ber bûyereke birÎndariyê hatibû girtin û 8 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Taşdemîr, piştî ku demekê li Girtîgeha Tîpa A a Erdîşê mabû sewqî Girtîgeha Tîpa L a Panosê hatibû kirin.    Di saetên serê sibehê de rêveberiya girtiyê li malbata Taşdemîr geriya û ragihand ku kurê wan întihar kiriye û cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. Li ser vê malbata Taşdemîr çû nexweşxaneyê û cenazeyê kurê xwe wergirt. Pismamê Taşdemîr Gulaver Taşdemîr, diyar kir ku dozgerî agahî nedaye wan û otopsiya destpêkê bi wan re nehatiye parvekirin û dozger genê ji wan re gotiye ku tenê tevlî otopsiyê bûye û wê dozgerê Panosê agahî bide we.   DI QAWIŞA YEKKESÎ DE MAYE   Di berdewamê de pismamê Taşdemîr, destnîşan kir ku pismamê wî di qawişa yekkesî de hatiye hiştin û destûr nehatiye dayîn ku bi malbata xwe re hevdîtin pêk bîne û ev tişt got: "Di hevdîtina xwe ya dawîn de ji dayika xwe re gotiye, 'Dikevin greva birçîbûnê û wê cenazeyê min ji vir derkeve'."   Taşdemîr, bi lêv kir ku ji ber sôrbûna qirêka wî guman dikin ku pismamî wî întihar kiribe.    Cenazeyê Taşdemîr li navçeya Erdîşê hat veşartin.