Şandeya HDP'ê serdana Malbata Şenyaşar kir 2021-07-05 16:48:37     RIHA - Şandeya HDP’ê ku serdana Malbata Şenyaşar a lêgerîna xwe ya “Edaletê” didomînin kir, diyar kir ku têkoşîna malbatê li her platformê tînin ziman.    Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 119'emîn de berdewam dike. Şandeyeke ku ji Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglû, parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Rihayê di nav de serdana Malbata Şenyaşar kir. Malbatê bi dowiza “Em edaletê dixwazin" şande pêşwazî kir.    ‘BÊWIJDANIYA DESTHILATÊ DERDIXE HOLÊ’   Ferît Şenyaşar têkildarî tiştên qewimîn agahî da şandeyê.    Alî Kenanoglû jî diyar kir ku li Tirkiyeyê edalet nemaye û wiha got: “Ev têkoşîna edaletê ku wijdana diêşîne bêwijdaniya desthilatê derdixe holê. Em têkoşîna malbatê li her platformê tînin ziman. Em li cem têkoşîna malbatê ya edaletê ne.”     Emîne Şenyaşar jî tiştên ku li nexweşxaneyê bû şahid bi şandeyê re parve kir. Şandeyê demekê bi malbatê re nobet girt.