Hilberînerên titûnê yên Amedê jî rê girtin 2021-07-05 17:49:58   AMED - Hilberînerên titûnê yên navçeyên Karaz û Licê, li dijî belgeya rayeyê ya ku hikûmetê ji bo firotina titûnê derxist rêya Amed û Çewlikê girtin.      Piştî Meletî û Semsûrê li Amedê jî hilberînerên titûnê, li dijî belgeya rayeyê ya ku hikûmetê ji bo firotina titûnê derxist dest bi çalakiyê kirin. Hilberînerên titûnê yên navçeyên Karaz û Licê, li ser rêya Amed û Çewlikê hev kom bûn û dest bi çalakiyê kirin. Hilberîneran rêya di navbera Amed û Çewlikê de bi barîqatan girtin. Li ser vê yekê wesayît di rê de li pey hev rêz bûn. Di çalakiya ku nêzî 40 hilberîner tevlî bûne de timik dûrişmeyên "dest nede titûnê" tên berzkirin. Hilberîneran çîlên titûnê bi sitûyê xwe ve kirin û bal kişand ser rewşa xwe.    Bi destpêkirina çalakiyê re gelek polis û cemdirme bi wesayîtên zirxî cihê çalakiyê hatin kirin. Hevdîtinên ku polis û cendirmeyan bi hilberînerên titûnê re kirin encam nedan. Çalakî saet ji 12.00'an dest pê kir heta saet 14.0'an berdewam kir.