Ji bo doza rojnamevan Okatan daxwaza beraetê hat kirin 2021-07-06 12:47:43 STENBOL - Rojnamevan Derya Okatan a dema Midura Karên Nivîsê ya ETHA’yê bû ji ber nûçeyeke di ajansê de hatibû weşandin derbarê wê de doz hatibû vekirin, dozger di danişîna dozê de daxwaza beraeta Okatan kir.  Rojnamevan Derya Okatan a dema Midura Karên Nivîsê ya Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) bû ji ber nûçeyeke di ajansê de hatibû weşandin derbarê wê de doz hatibû vekirin. Danişîna doza rojnamevan Derya Okatan li 39’emîn Dadgeha Cezayê ya Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistn.    Di danişîna ku rojnamevan Okatan beşdarnebûyî de parêzerê wê Mehmet Alî Koç amade bûn.    Dozger mutaalaya xwe ya derbarê esasê de pêşkeş kir û da zanîn ku dema dosya hat lêkolînkirin divê mijar di çarçoveya azadiya çapemeniyê de were nirxandin. Dozger, derbarê Okatan de daxwaza beraetê kir.    Parêzerê Okatan Koç jî diyar kir ku piştî ku wekîla wê beyanên xwe pêşkeşkirin wê derbarê esasê de parastinê bike. Şandeya dadgehê danişîn taloqî 16’ê kanûnê kir.